Partiya Çep a Kesk li Yenikapiyê amadekariya govenda serfiraziyê dike 2023-05-12 12:12:59   STANBOL - Wê yek ji mîtinga fînalê ya Partiya Çep a Kesk li Meydana Yenikapiyê pêk were. Jinên banga tevlîbûna mîtingê kirin wiha gotin:"Em govenda xwe ya serfiraziyê di 13'ê Gulanê de bigerînin."   Ber bi dawiya xebatên ji bo hilbijartinên 14'ê Gulanê tê. Partiya Çep a Kesk li hemû navçeyên Stenbolê xebatên xwe kir. Wê yek ji mîtinga fînalê ya Partiya Çep a Kesk li Meydana Yenikapiyê pêk were. Ew ê sibehê saet di 13.00'an de li Qada Mîtingê ya Yenikapiyê bi tevlîbûna Berdevka Partiya Çep a Kesk Çigdem Kiliçgun Uçar, namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çep a Kesk ên Stenbolê, nûnerên Tifaqa Azadî û Kedê û gelek kesî mîting pêk were.    Dêrsim Dag: Em govenda xwe ya serfiraziyê di 13'ê Gulanê de bigerînin   Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çep a Kesk a Stenbolê, Dêrsim Dag bal kişand ser xebatên niha kirine û got:"Ji bo faşîzm bi paşde biçe, ji bo demokrasî derkeve pêş, wekhevî, azadî, edalet, ji bo jinan jiyaneke ku dikare bê jiyîn me ji bo Partiya Çep a Kesk deng xwest. Em ê di 13'ê Gulanê de mîtinga fînalê pêk bînin. Em ê dengê xwe dîsa ji bo azadî û wekheviyê bilind bikin. Em govenda xwe ya serfiraziyê di 13'ê Gulanê de bigerînin. Sibeha roja 14'ê Gulanê em ê hemû li ser sindoqan bin. Em ê xwedî li dengê me bi kar aniye derkevin. Em bang dikin ku herkes werin Qada Yenikapiyê."   Nilay Kuş: Divê jin li qada mîtingê bin Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çep a Kesk, Berdevka TOP'ê ya Stenbolê Nilay Kuş, diyar kir divê jin li qada mîtingê bin û wiha lê zêde kir:"Ji roja dîroka hilbijartinê diyar bûye heta niha em tax bi tax bajar bi bajar geriyan û me xebatên xwe kir. Em her roj xebatên xwe mezintir dikin. Ji bo îktidara 21 salî ya AKP-MHP'ê biguhere û ji bo welatekî nû ava bibe divê herkes dengê xwe bide Partiya Çep a Kesk. Em bi taybet jinan vedixwînin. Ger tifaqa AKP-MHP'ê bi ser bikeve wê tu qadên jin lê bijîn nemîne. Loma hebûna jinan a li mîtingê û anîna ziman a daxwazên wan girîng e."   Aysu Topal: Em wekî qadên Newrozê tije bikin   Berdevka Partiya Çep a Kesk Aysu Topal jî wiha got:"Bi hêrsa xwe ji bo em hesab bipirsin, ji bo em jiyaneke nû ava bikin û bi jinan re biguherin em tên. Ka em bi hev re herin qada mîtîngê. Me wekî jin li dijî AKP-MHP'ê çawa qadên Newrozê tije kir em Yenikapiyê jî bi vî hawî tije bikin. 14'ê Gulanê roja hilbijartinê ye. Em vê hilbijartinê diyarî Dayikên Aştiyê bikin.