Li Rihayê jin ji Partiya Çep a Kesk bi hêvî ne 2023-05-12 09:18:44   Gulîstan Dursun   RIHA - Jinên Rihayê diyar kirin ku ew ji Partiya Çep a Kesk bi hêvîne û gotin ger Riha biguhere wê hemû Tirkiye biguhere.   Ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re demek kurt ma û Partiya Çep a Kesk xebatên xwe bê navber dimeşîne. Siyasetmedar û welatiyên Rihayê der barê hilbijartinan de nêrînên xwe anîn ziman.   ‘Em ê bi gelê xwe re bin’   Hevseroka HDP’a Rihayê Garîp Yeşîl: Ji roja starta xebatê hatiye dayîn em dixebirin. Gel bertek nîşanê AKP’ê dide. Gelê Rihayê li dijî van zextan wê denga xwe bide Partiya Çep a Kesk. Hedefa me mezine. Em gelê xwe esas digirin. Em edeletê esas digirin. Em ê 14’ê Gulanê de ji Emîne Şenyaşar re edeletê bînin.”   ‘Em dixwazin tecrîd rabe’   Hazal Çam: Em ji partiya xwe bi hêvîne. Em ê biserkevin. Em ê wan têk bibin. Bila êdî xwîn nerêje. Bila kes neye girtin. Bila tecrîda ser serokatiya me rabe. Ji bo vê bila her kes denga xwe bide Partiya Çep a Kesk. Hatîce Kubra Dursun: Denga min ya ewil ji Çep a Kesk re ye. Ji bo azadî ji bo pêşeroja jinan didim Partiya Çep a Kesk. Yeken partiya pêşî li tundiya li ser jinan digire Partiya Çep a Keske. Ez her kesî vexwendiyê ser sindoqan dikim û bila dengên xwe bidin Çep a Kesk.   ‘Em  guherînê dixwazin’   Hatîce Kubra Goktepe: Pisgirêkên aborî, perwerdê, fikarên ji bo pêşerojê û her wiha li dijî vê pergala faşîst ez denga xwe didim Çep a Kesk. Ciwan hêviyê bi Pergala Çep a Kesk dibînin. Em ciwan û jin dizanin ku guherîn bi saya Çep a Kesk wê bê. Em bandora vê dibînin. Em ê vê di 14’ê Gulanê de nîşan bidin. Riha biguhere wê Tirkiye biguhere.   Daxwaza edeletê   Emîne Yilmaz: Ji bo pêşerojek xweş û ronahî denga xwe didim Partiya Çep a Kesk. Divê jin hemû denga xwe bidin Partiya Çep a Kesk. Bêyî jin cihanekê siyasetekê nafikirim. Partiya herî zêde jin xwe têde dibîne Partiya Çep a Kesk e.