Ji hilbijartinê bi hêvî ne: Desthilatdariya 21 salî wê biguhere 2023-05-12 09:08:10   Melîke Aydin   MÛGLA - Jinan diyar kirin ku desthilatdariya AKP’ê mafên jinan di 21 salî de ji dest girtine û bi hevkariya Huda Par û Yenîden Refat pêşerojek tarî dide pêş wan. Jinan gotin ew bi hêvîne û wê biguherînin.   Ji hilbijartinan de re demek kurt ma û jin diyar dikin ku hilbijartin hêviyê didin wan û divê her kes denga xwe ji bo mafên xwe bide.   Jina bi navê Şadiye Yilmaz da zanîn ku ew li gundê Yalikavak sebze diçîne û ji ber krîza aborî tu nirxa pere nemaye û wiha got: “Ji 2017’an heta niha em ne razîne. Ez di hilbijartinê de bi kesî bawer nakim. Bawerim guherîn pêk bê. Êdî bes e. Ez polîtîkayên dewletê rexne dikim. Divê tovên kav û kalan bê. Bila tovên me neguherin. Xurekên organik mafê her kesî ye.”   ‘Ciwan betal in’   Nîmet Aygun ya memura teqawîte jî wiha bi lêv kir: “Em ji salên ewil yên AKP’ê razî bûn. Lê niha em ne razîne. Her tişt li holê ye. Em ji bo xwe zarokên xwe bi fikar in. Em demokrasiyê dixwazin. Em dixwazin wek welatên Ewropa bijîn.”   ‘Mafê jinan ji dest hat girtin’   Mamosteya teqawît Beyhan Karasu jî wiha anî ziman: “AKP’ê 21 salî de mafê jinan ji dest girt. Jin avêtin plana dawî. Hepsê malê kirin. Me gele têkoşîn da hêviyên me hebûn. Lê 21 sale karestek wisa hatiye serê msereê zehmet be lê em ê biguherînin.”   ‘Em ê biserkevin’   Karkera malê Fatma Akin bi lêv kir ku krîza aborî her diçe giran dibe û got ji 2002’an heta niha rewş xera be û tiştekî baş ji wan nedîtiye.   Karkera malê Funda Kalsa jî wiha anî ziman: “Bi desthilatdariya AKP’ê re me li nexweşxaneyan fîş nedît, cudahiya navbera xizan û dewlemendan pir kûr bû. Em CHP’îne. Lê di encamê de niha serokomarê me ew in. Em dixwazin êdî hinek biguherin. Ger ku em serîtewandinê li aliyekî bihêlin em ê biserkevin.”   ‘Azadiya fikr û ramanê tune’   Merve Yildiz jî wiha bi lêv kir: “ Desthilatdarî nikare tu tiştekî bi rêve bibe. Ev desthilatdarî pir zêde ma. Partiyek evqas dirêj nikare bimîne. Ne raste. Li vî welatî azadiya fikr û ramanê tune. Hêviya me ev e ku ji vir şûnde xweş be.”