Ji jinan peyama hilbijartinê: Em xwediyê vî welatî ne 2023-05-12 09:05:27     Elfazî Toral   STENBOL - Jinan bertek nîşanê êrişên desthilatdariyê ya ku di demên dawî de hunermend û rojnamegeran hedef digirin, da û wiha balkişandin ser hilbijartinên 14’ê Gulanê: “Di van hilbijartinan de em ê hesabê hemûyan bipirsin. Em ê mafê hemû nasnameyan gelan biparêzin û ji vê zîhniyeta tarî xilas bikin.”   Ji hilbijartinên serokomarî û parlamenteriyê re çend roj man û desthilatdariya AKP-MHP’ê jî ji bo hebûna xwe biparêze êrîşên xwe didomîne. Desthilatdarî ji bo hebûna xwe bidomîne hunermend û rojnamegeran hedef digire. Jinan bertek nîşanê van êrîşên desthilatdariyê dan û ji ajansa me re axivîn.   Jin Jiyan Azadî!   Handan Ozcan bi lêv kir ku ji hilbijartinan re demek kurt ma û hilbijartinên 14’ê Gulanê gelek girîng û krîtîk in. Handanê ev tişt diyar kir: “Em ê ji bo siberojên xweş û nû têbikoşin. Ji bo vê divê em xwedî li sindoqên xwe derkevin. Hilbijartinên 14’e gulanê ji bo me hemûyan girîng in. Heta îro bedelên pir mezin hatin dayîn. Me têkoşînên mezin dan. Ji bo vê jî ji bo em di sibehek nû de hişyar bibin jin jiyan azadî.”   ‘Li Tirkiyeyê wekhevî tune ye’   Ferda Onem jî zextên li hember rojnamegeran yên demên dawî bibîr xist û daxuyand ku bi nêzîkbûna hilbijartinan re tundî zêde bûye û wiha dirêjî daye: “Di pêvajoya hilbijartinê de zext zêde dibin. Hevalên me tên binçavkirin û ew jî têr nake tên girtin. Rojnamger, hiqûqnas, hunermend tên girtin. Hunermend li kolanan tên qetikirin. Li ciwanên Kurd îşkence tên kirin. Mixabin li Tirkiyeyê wekhevî tune. Desthilatdarî dizane ku wê winda bike, êrîş dike. Bi êrişan jî sînor namîne qetil dike. Naxwazin gel li hev xwedî derkevin û bikevin piştevaniyê. Ji dengê kolanê ditirsin. Ji jinan ditirsin. Ji têkoşîna rêxistinkirî ditirsin. Lê di vê hilbijartinê de em ê hesabê wan bipirsin. Em ê bi hev re ji vê zîhniyetê xilas bibin. Em ê mafên xwe her tim biparêzin.”    ‘Wê nikaribin li pêş me bisekinin’   Guler Karagoz jî balkişand ser hilbijartinan û anî ziman ku wê Partiya Çep a Kesk desthilatdariyê bişîne û êrişên li hember rojnameger, hunemend û siyasetmedarna şermezar kir. Gulerê wiha berdewam kir: “ Em serî natewînin. Em jin wê wan bişînin. Em ji polîtîkayên tirsê natirsin. Wê bi rantên xwe nikaribin li pêş me bisekinin. Tirs me naçewisîne. Em ê rejîma yek mêrî bişkînin û wan bişînin. Em ê li dijî desthilatdariyê her tim hebin û têbikoşin.”   ‘Em xwediyê vî welatî ne’   Yek ji jinên din ku hêrsa xwe ya li dijî desthilatdariyê anî ziman Kamîle Koç e. Kamîleyê di axaftina xwe de ev tişt vegotin: “Ji ber em kurd in em di bin zilmê de ne. Êrişê kesên aştiyê dixwazin û rojnamegeran dikin. Ez bang li hemû gelê me dikim. Divê em van qebûl nekin û rabin ser piyan. Em ji dervenehatine. Em gelê vî welatî ne.  Em xwediyê vî welatî ne. Em ê ji bin vê zilmê rabin. Di hilbijartinê de em bibin yek û bibin dengê hemû girtiyên xwe. Banga yekbûnê li gel dikim.”