Mîtînga fînalê ya Edenê: Em ê dîrokê binivîsin 2023-05-11 17:43:13 EDENE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan di mîtînga Edeneyê de got: "Ev kar dê di tûra ewil de bi dawî bibe, dê ji tûra duyem re nemîne. Di tûra ewil de wê Partiya Çep a Kesk bi temsîliyeteke xurt biçe meclisê."    Partiya Çep a Kesk, di çarçoveya xebatên hilbijartinên 14'ê Gulanê de li Edeneyê bi beşdariya bi dehezaran mîtîngek li dar xist. Mîtîng li Qada Ugur Mumcu ya li navçeya Seyhanê hat lidarxistin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercument Akdenîz, Endama Desteya Berdevkan a Partiya Azadiya Civakî (TOP) Perîhan Koca, Endama Desteya Rêveber a Navendî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Satiye Ok, Hevseroka Giştî ya Partiya Jinûve Damerandinê ya Sosyalîst (SYK) Canan Yuce û namzetên parlementeriyê yên bajêr ên Partiya Çep a Kesk û Başak Demîrtaş tevlî mîtîngê bûn.    Li qada mîtîngê pankartên "Em li vir in, em ê bi hev re biguherînin" û "Jin, jiyan, azadî" hatin daliqandin. Girse, piştî kontrolkirina polîsan ket qadê. Welatî bi alayên Partiya Çep a Kesk ketin qadê. Li qadê dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Jin, jiyan, azadî", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "Heq, hiqûq, edalet" hatin berzkirin. Ciwanan li têketina qadê pusûleyên dengan belav kirin û ji welatiyan re gotin ku dê çawa dengê xwe bi kar bînin."    'Dengên xwe bidin Çep a Kesk’   Di mîtîngê de ewilî Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk ên Edeneyê axivîn. Paşê Endama Desteya Rêveber a Navendî ya ESP'ê Satiye Ok axivî. Satiye di axaftina xwe de diyar kir ku ew hene û ew ê tim hebin û got: "Ji bo heqîqetê dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk."    Paşê Hevseroka Giştî ya SYKP'ê Canan Yuce axivî. Cananê jî bi tirkî û erebî gel silav kir û got: "Em ê bi hev re bi ser bikevin. Em ê desthilata AKP-MHP'ê bişînin. Tu hêz nikare gelekî rêxistinkirî têk bibe... Em di 15'ê Gulanê de li Edeneyê di govenda serketinê de bên cem hev."    Serokê Giştî yê EMEP'ê Ercument Akdenîz jî bal kişand ser dowîzên li qadê û got ku ew ê kesên ku ji kurdan, ji karkeran û sosyalîstan re dibêjin "terorîst" bişînin. Ercument destnîşan kir ku ew ê vê desthilatê bi pîvaz û kartolan bişînin û wiha bang li Erdogan kir: "Teqez em ê bi ser bikevin, teqez."    Paşê namzetên parlementeriyê yên bajêr hatin ser dikê. Girseyê bi coşeke mezin namzet pêşwazî kirin.    'Em li vir in’   Paşê Berdevka TOP'ê Perîhan Koca axivî û wiha dirêjî dayê: "Em li bin darê ne. Em ê dîrokê binivîsin. Li hemberî me desthilateke patron heye. Li hemberî me desthilateke sûcan heye. Li hemberî me desthilata li hemberî gel şer dike heye...ev desthilatdarî  faşîzmê li gel ferz dike . Em zarokên wê kelepora berxwedanê ne ku me li ber zilma rejîma vê qesrê serî netewandiye. Em li vir in."    Piştre  hevjîna Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ê di Girtîgeha Edîrneyê girtiye, Başak Demîrtaş jî axivî  û wiha vegot: "Bes dengê xwe bidin vê desthilatdariyê. Wê di 14'ê Gulanê de deriyên zilmê bên girtin û 14'ê Gulanê bibe roja guherînê."    'Dixwazin Kurdan bê vîn bihêlin’   Paşê Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk axivî û  destnîşan kir ku îro li Edeneyê bersiva kesên ku vîn û statuya gelê kurd qebûl nakin hatiye dayîn wiha dirêjî dayê: "Gelê me doza jiyaneke azad û wekhev û atmosfereke demokratîk dike ku karibe bi zimanê xwe û çanda xwe bijî. Gava hevdîtin dihatin kirin birêz Ocalan her tim bû dengê wekhevî, azadî û aştiyê. Ji sala 2015'an ve tecrîd tê pêkanîn. Biryarek dan û tecrîdê pêk tînin. Dixwazin kurdan bê vîn bihêlin. Kesên ku niha dibêjin em ê we biqedînin, ew bi xwe qediyan. Ev hilbijartin jî dê bibe hilbijartina qedandina wan. 14'ê Gulanê firsendek e, em ê di 14'ê Gulanê de dawî li polîtîkaya tecrîdê bînin û pêşî li ber jiyaneke birûmet vekin.”    'Wê di tura yekem de bidawî be’   Herî dawî jî Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan axivî. Pervînê gel silav kir û ev tişt anî ziman:"Maşele Edene. Îro Edene pir xweşik e, îro Edene şipşîn e, îro Edene Çep a Kesk e. Mêrsîn jî pir xweşik bû.  Hindik ma. Dê biguhere, em ê biguherînin. Em ê wan di tûra ewil de bişînin. Em soz didin we. Ev kar dê di tûra ewil de bi dawî bibe, dê ji tûra duduyan re nemîne. Di tûra ewil de dê Partiya Çepên Kesk bi temsîliyeteke xurt biçe meclisê. Em ê nehêlin tûra duduyan çêbibe. Tirkiye divê di tûra ewil de AKP'ê bike partiya tabelayê û paşê jî faşîzmê bişîne. Îsal em ji Edeneyê pri bihêvî ne."   Pevînê  bilvê kir ku li Edeneyê 2 parlementer ne bes in, herî kêm divê 4 parlementerên Partiya Çep a Kesk biçin meclisê û got: "Dê çav û guhê me li Çûkûrovayê be. Dê çavê me li Edeneyê, li Mêrsînê be."    Mîtîng bi stranan û govendgerandinê bi dawî bû.