Li herêmên erdhêjê mekanîzma pêk nayên: Berê jinan didin rêxistinên jinan 2023-05-11 09:31:14     Dîan Babat    SEMSÛR - Endama Koma Piştevaniya Femînîst a ji bo Karasetê û Mor Çati Kubra Karagoz diyar kir ku li herêma erdhêjê tu mekanîzmayên der barê tundiyê de pêk nayên û berê jinan didin saziyên jinan.   Piştî erdhêja 6’ê Sibatê ya navenda wê Mereş bû û bandor li gelek bajaran kir, şûnde  tundiya li ser jinan jî zêdetir bû. Ji ber li herêmên erdhêjê qadên taybet tun ne û ji bo jinan qadên ewlehiyê tune ne tundiya li ser jinan zêdetir aşkera bûye. Tundiya li konan tên jiyîn zêde bûye û ji ber erdhêjê mekanîzmayên parastinê hatine sekinandin. Di mehên borî de li Hatayê jineke ku bi mêr re di asta destberdanê de bû bi hewldana qetilkirinê re hat rû hev. Dîsa li Hatayê jinek ciwan ji aliyê bavê xwe ve bi çekê hat qetilkirin. Hat hînbûn ku jinên li konbajaran dimînin  ji aliyê polîs û leşkeran ve jî tên tacîzkirin. Li Semsûrê jî  jinên femînîst ku ji bo jinên tundiyê dibîne qad ava kirine, her roj serlêdanan digire.   Ji Koma Piştevaniya Femînîst a Ji bo Karaset û Mor Çati Kubra Karagoz der barê rewşa jinên herêma erdhêjê de axivî.   ‘Mekanîzma tune ne’   Kubrayê diyar kir ku wek koma piştevaniyê ji roja ewil a erdhêjê de hatine gel hev û di komê de ji bajarên cudajin hene û got: “Em bi jinên Semsûr û Hatayê re di diyalogê dene. Tundiya berê erdhêjê hebû niha zêdetir bûye. Mekanîzma pêk nayên. Me bi rêxitsinên wek Mor Çati re piştevanî kir.  Mor Çati piştî erdhêjê serdanên ji bo piştevaniyê kir. Hewl da bi sazî û mekanîzmayên herêmî re hevdîtinê bike. Raporek weşand. Di wê raporê de her tişt baş tê dîtin. Saziyên wek ŞONIM û yên din ku jinan serî lê didan ya tune ne yan jî bar kirine. Ji ber vê jî jinên tundiyê dibînin, saziyên ku serî lê bidin nabînin.”   ‘Em bi rêxistinên jinan re di têkiliyê de ne’   Kubrayê, da zanîn ku serlêdanên jinan nayên qebûl kirin an jî dema bên qebûlkirin jî tiştek tune û wiha dirêjî daye: “Kê ji ku derê dûr bixin li konbajaran. Gumanbar dibe ku di konê din de be. Navnîşana jinê nayê zanîn. Li konbaran tundî pir zêde tê dîtin. Ji roja ewil de yên tundiyê dibînin dikarin serî li Mor Çati, SES û ekîbên KESK’ê bidin. Çawa dikarin piştgiriyê bigirin? Li ser nivîs hatibû nivîsin. Em dixwazin raste rast bi Mor Çati, Komeleya Jinan a Rosa û Mala Jiyanê ya Rihayê re bikevin têkiliyê.”   ‘Divê li qadên erdhêjê xebatên bi rêk û pêk bên kirin’   Kubrayê wiha dawî lê anî: “Em li Semsurê raste rast li ser tundiyê naxebitin. Em piranî hewl didin piştevaniya bi jinê re ava bikin. em bi jinan re piştevaniyê ava dikin û di vir de tundî jî dertê holê. Konbajar bi şev tarîne, ji bo jinan ne ewle ne.  Divê mekanîzmayên ku jin jê piştgiriyê bigirin hebin. Lê yekane mekanîzma ku jin jê piştgiriyê didin rêxistinên jinane. Em berê wan bidin saziyên dewletê jî vala ye. Em jinên vir bi Mor Çati re tînin gel hev. Hevalên Mor Çati dişopînin. Lê ev têr nake. Divê li qadên erdhêjê xebatên bi rêk û pêk bên meşandin.”