'Heta pirsgirêka kurd çareser nebe tu çareserî pêk nayê' 2023-05-11 09:17:33   Melîke Aydin   MUGLA - Namzeta Partiya Çep a Kesk Derya Hezer da zanîn ku pêvajoya hilbijartinê de îdiayên wekê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin hatine kirin, bi armanca dengên Kurdan bigirin tên kirin û gelê Kurd dizane ku tecrîd bê navber didome.   Seroka Giştî ya Îyî Partî Meral Akşener di bernameyeke televîzyonê de îdia kir ku kesekî endamê darazê navê xwe guhertiye û bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kiriye. Di heman demê de namzetê rêza yekemîn yê Amedê yê AKP’ê Galîp Ensarîoglu jî îdia kiribû ku hevdîtin hatiye kiriye. Lê wezareta Dadê di 7’ê  Gulanê de daxuyanî da û got hevdîtin nehatiye kirin. Namzeta Partiya Çep a Kesk a Muglayê Derya Hezer diyar kir îdiayên di dema hilbijartinan de tên kirin bi armanca bandor li gelê Kurd bikin tên kirin û got tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome.   ‘Ji bo dengên Kurdan bigirin van îdiayan derdixin holê’   Deryayê da zanîn ku beriya hilbijartinê îdiayên bi vî rengî bi armanca ku xwe şîrîn nîşanê Kurdan bidin tên kirin û got glê Kurd gelekî polîtîka her tiştî baş dizane. Deyayê daxuyakirin ku mijara Kurd  nokteyek girînge û wiha dirêjî daye: “Di pêvajoya çareseriyê ya salên 2013-2015’an de  ji sedî 85 gel piştgirî da pêvajoya çareseriyê.  Pêvajoyek herî demokratîk a dîroka Tirkiyeyê bû.  Li vî welatî heta pirsgirêka Kurd çareser nebe pirsgirsêkên din jî nayên çareserkirin.”   ‘Ji ber daxwazên wan qebûl nebûn tecrîd didome’   Deryayê destnîşan kir ku desthilatdarî her çiqas di pêvajoyên hilbijartinê de neyne ziman jî tecrîda dijmirovahî û bêhiqûq didome. Deryayê wiha got: “Di şexsê Ocalan de gelê Kurd muxatabê vê tecrîdê ye. Ne malbat ne parêzer nikarin hevdîtinê bikin. Ev li dijî hiqûqa gerdunî ye. Tiştên dixwazin nikarin bi Birêz Ocalan bidin jikirin û ji ber vê jî tecdîr û îzolasyonê didomînin. Ev tê wateya tecrîdkirina îdeolojiyeke ku li cîhanê belav bûye. Dixwazin îdeolojiya wî tecrîd bikin.”   ‘Zilm û îmha heye’   Deryayê wiha dawî lê anî: “Polîtîkayên înkar û îmhayê li tu derê nayên qebûlkirin. Niha ji bo hêrsa mirovan biçewisînin û di van hilbijartinan de hêzê bigirin pişt xew derewan dikin. Lê wek tê zanîn tecrîda li ser Abdullah Ocalan didome.”