'Ji bo hebûna têkoşîna jinê Partiya Çep a Kesk girîng e' 2023-05-10 09:15:01   ÎZMÎR - Ebru Gunay diyar kir li Aydinê namzetên jin rastî eleqeyek mezin tên, siyaseta riya sêyemîn li Aydinê belav bûye û got wê parlamenteriya ku bi komployên desthilatdariyê hatine xespkirin ji nû ve bigirin.   Ji hilbijartinan re demek kurt ma û li Aydinê xebatên Partiya Çep a Kesk bê navber didomin. Namzeta Partiya Çep a Kesk a Aydinê, hevberdevka giştî ya HDP’ê Ebru Gunay der barê xebatan de ji ajansa me re axivî û diyar kir ku parlamenteriya bi komployên desthilatdariyê hatiye xespkirin wê şûnde bigirin.   Ebruyê diyar kir parlamenteriya ku bi komployên desthilatdariyê hatine xespkirin ji nû ve bigirin û got: “Em bi îdia ne ku mafê hatiye xespkirin şûnde bigirin. Em ê yê duyemîn jî lê zêde bikin.”   ‘Kevneşopiyek demokrasiyê ya xurt heye’   Ebruyê da zanîn kevneşopiyek demokrasiyê ya xurt heye û wiha dirêjî dayê : “Li Aydinê kevneşopiyek demokrasiyê ya xurt heye.  Li ser vê axê ji Şêx Bedretîn û Torlak Kemalan heta niha ev hebû. Her kes ligel hev e, bi rihê hevpar têkoşîn tê dayîn. Aydin ji ber çandinî û turîzmê bajarê kedkaran e.  Aydin bi polîtîkayên binpêkirina desthilatdariyê re tê rû hev. Karkerên çandiniyê bê ewlehî dixebitin. Piranî jî jin in. Sibehê saet di 4’an de radibin û heta 1’ê nîvro dixebitin. Lê beramberê keda xwe nagirin. Bi pereyê digirin nikarin kirê bidin. Ji ber vê divê ev desthilatdarî biguhere.”   ‘Yên ji siyaseta riya sêyem ne rehet in hene’   Ebruyê daxuyakirin ku Aydin cihê ku wê siyaseta riya sêyemîn a Partiya Çep a Kesk lê bi cih bibe ye û got: “Rihekî kevneşopiyê ya dewr hatiye girtin heye. Ev kevneşopî li Aydin Egeyê bi awayekî xurt heye. Li Aydinê naxwazin Partiya Çep a Kesk parlamenter derxînin.  Neretiyek li dijî vê heye. Operasyon û êrîş tên kirin. Lê êdî her kes vê dizane. Kes nayê van manîpulasyonan. Aydin di heman demê de bajarê jinan e. Ji tu partiyê namzetên jin tune ne. Tenê Partiya Çep a Kesk derxistiye.  Ji ber vê namzetên jin eleqeyek mezin dibînin. Her wiha polîtîkayên hilweşîna ekolojiyê ya desthilatdariyê jî bandorek mezin li ser Aydinê kiriye. Li dijî hilweşîna ekolojiyê bi jinan re wê têkoşîn bidome.”   ‘Ji bo hebûna têkoşîna jinê Partiya Çep a Kesk girîng e’   Ebruyê daxuyakirin ku wê sibeha 15’ê Gulanê bi têkoşîna demokrasiyê dest pê bikin û ewil rejîma yek mêrî bişînin û got: “Ji bo çareseriyên mayînde hewce bi hebûna Partiya Çep a Kesk a li meclîsê heye. Divê her kes van li ber çavan bigire û dengên xwe bi kar bîne. Ji bo hebûna têkoşîna jinê Partiya Çep a Kesk gelek girîng e. Ya ku wê Peymana Stenbolê şûnde bîne Partiya Çep a Kesk e. Partiya Çep a Kesk zemîna têkoşîna hevpar û siyaseta riya sêyemîn îfade dike. Divê her kes dengê xwe bide Partiya Çep a Kesk.”