Dayika Aştiyê: Ez dest ji têkoşîna xwe bernadim! 2023-05-10 09:10:39   Marta Somek   STENBOL - Gelek jin, bi pêşengiya TJA'yê di 16’ê mijdara 2022’yan de di çarçoveya 25’ê Mijdarê de ji Qada Kartalê meşiya Kolana Rihtimê. Di meşê de bi hinceta wêneyê Sakîne Sancizê vekiriye li Dayika Aştiyê Bedîa Gokguz doz hat vekirin. Bedîayê da zanîn ku ev polîtîka çewisandinê ye û heta dawiya jiyana xwe wê têkoşîna xwe bidomîne.   Li Dayika Aştiyê Bedîa Gokguz bi hinceta di meşa di çarçoveya bernameyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Hember Jinê wêneyê Sakîne Cansiz vekriye û her wiha dîmene nûçeya ku ajansa me weşandiye doz hat vekirin. Serdozgeriya Komarê ya StneboLê di 13’yê Adarê de bi îdiaya ‘propaganda rêxistinê kiriye’ îdianame amade kir.   Rûniştina yekemîn di 30’ê Gulanê de ye   Yekemîn rûniştina doza li dayika Aştiyê Bedîa ku bi salane têkoşîna xwe bi biryar dimeşîne hat vekirin, wê di 30’ê Gulanê de saet di 10.50’an de li 28’emîn Dadgeha Ceza Giran a Edliya Stenbolê ya Çaglayanê bê dîtin.   Vîdeoyên di ajansa me de hatin weşandin jî sûc hatin hesibandin     Bedîayê der barê mijarê de de nirxandin kir û got di 24’ê mijdarê de ji bo nimêj bike çibû mizgeftê û dema derdike dengê dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’ bihistiye ûgot: “Wê demê li Îranê Jîna Emînî hatibû qetikirin. Ez berbi wan çûm. Wêneyek dan min. Min dizanibû wêneyê jina ku hatiye qetiklirinê ye. Ji ber min ew wêne hildaye doz li min vekirine.  Piştî demekê gazî îfadeyê kirin. Wêneyek nişandan. Gotin ev wêne di Ajansa JINNEWS de hatiye weşandin û wêneyê jina ‘terorîste’. Min got wêneyên jinên hatine qetilkirinê ne. Lê polîsan dan ajas û çalakiyan krîmînalîze bikin. Pirsa ‘tu kî ye’ pirsîn. Min jî got ‘Ez dayika aştiyê me.’”   Di têkoşînê de bi biryare: Ez dest jê bernadim   Bedîayê di berdewamiyê de daxuyakirin ku ew her tiştî ji bo aştiyê dikin û wiha dirêjî daye: “Ji ber em aştiyê dixwazin em tên binçavkirin, doz li me tên vekirin. Runiştina doza min di 30’ê Gulanê de ye. Ji min pirsa ‘zarokên te li çiyê heye’ pirsîn.  Min jî got ‘tu zanî ez dayika aştiyê me tu çima van pirsan ji min dikî.’ Ev hemû polîtîkayên çewisandinê ne. Lê ez ê tu carî dest ji têkoşîna xwe bernedim. Yekane daxwaza dayikên aştiyê aştiye. Heta dawiya jiyana xwe em ê têbikoşin.   Em di israra xwe ya aştiyê de bi biryarin. Heta aştî pêk neye em ê têbikoşin. Ev hilbijartin têkoşîna hebûn û tunebûnê  ye. Çi ji destê me bê divê em bikin. Em têkoşîna xwe mezin bikin.”