Aktîvîsta TJA’yê Şadiye: Wê li Colemêrgê deng ji bo azadiyê bê bikaranîn 2023-05-10 09:03:53   Rabia Onver    COLEMÊRG - Ji hilbijartinan re demek kurt ma û li Colemêrgê xebat bê navber didomin. Aktîvîsta TJA’yê Şadiye Kirmizigul xebatên li Colemêrgê nirxand û diyar kir ku her dengek wê pêşî li zilm, qetilkirin, tundî û girtina jinê bigire. Şadiya got:"Wê li Colemêrgê deng ji bo azadiyê bê bikaranîn."   Xebatên hilbijartinê li her derê Kurdistan û Tirkiyeyê didome. Li Colemêgê jî xebatên Partiya Çep a Kesk bê navber dimeşin.  Aktîvîsta TJA’yê Şadiye Kirmizigul der barê xebatan de nirxandin kir.   Ji bo gelê Kurd hilbijartinek dîrokî ye   Şadiyeyê da zanîn ku hilbijartinên 14’ê Gulanê hilbijartinek dîrokî ye û ji bo jin û ciwanan bi taybet gelek girîng e. Şadiyeyê wiha dirêjî daye: “Ev 20 roj in em li kolanan, tax û gundan digerin Partiya Çep a Kesk bi gelê xwe didin nasîn. Wek tê zanîn doza girtina HDP’ê hebû û ji ber vê em bi Partiya Çep a Kesk dikevin hilbijartinan. Dema em bi gelê xwe re tên gel hev em wê coşê dibînin. Hilbijartinek dîrokî ye. Em xebatên xwe bi hêvî û kelecanek mezin dimeşînin.”   ‘Bila jin ji bo azadiya xwe deng bi kar bînin’   Şadiyeyê bi lêv kir ku bi taybet jin xebatên hilbijartinê dimeşînin û wiha pê de çû: “Ev hilbijartin ji bo jinan gelek girîng e. Ji bo kuştinên jinan bi dawî bin, kujerên jinan bên cezakirin, ev hilbijartin pir girîng e. Daxwaza jinan bidawîbûna kuştinên jinan, bidawîbûna tundiyê ye. Dema jin biçin ser sindoqan wê kuştinên jinan, tundî, destdirêjî, Peymana Stenbolê ji bîr nekin. Bila van bînin ber çavan û dengê xwe bi kar bînin.”   ‘Gelê me li cem me ye’   Şadiyeyê wiha dawî lê anî: “Em hedef dikin her sê namzetên xwe bişînin meclîsê. Xebatên me bi coşek mezin derbas dibin. Em wê hêzê ji gelê xwe digirin. Gelê me di xebatan de ligel me cih digirin. Ji bo desthilatdarî biçe çi ji destê wan tê dikin. Gelê me bi me re xebatan dimeşînin. Ez banga xwedîderketina li sindoqan li gel dikim. Bila her kes xwedî li dengên xwe derkevin. Her dengek wê pêşî li mirinên jinan, girtin û zilma li ser jinan bigire.”