Ji Parka Yugurtçu bang kirin: Dê jin îqtîdarê bişînin 2023-05-07 16:29:51     İSTANBUL - Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar, di hevdîtina jinan a li Parka Yogûrtçu de axivî û got, “Rejîma yek mêrî ne amade ye biçe, lê jin amade ne bişînin. Di roja 14’an de em ê di pîrozbahiya serketina xwe govenda serkeftinê bigerînin.” Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr jî got, “Em ê bişînin rejîma yek mêrî. Em damezrînerên jiyana nû ne.” Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz jî got, "Derketina desthilatdariyê wê bi destê jinan be."   Hevdîtina jinan a Partiya Çep a Kesk li Parka Yogûrtçu ya Kadikoyê bi dirûşma "Em li vir in, em ê bi jinan re biguherin" pêk hat, bi hezaran jin. Siyasetmedar di hevdîtina ku vediguherî mîtîngê de axivîn.   Di çarçoveya bernameyê de namzetên jin ên parlamenteriyê yên Stenbolê derketin ser dikê û çalakvan slav kirin. Namzetên parlamenteriyê bi dirûşma "Jin jiyan azadî" û lîlandinê hatin pêşwazîkirin.   Çîgdem Kiliçgun Uçar: Wê winda bikin   Piştre jî Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar bi 3 zimanan jin silav kir. Çîgdem got, "Jinên ku hemû kolan bi rengê binefşî boyax dikin, jinên keda wan tê îstîsmarkirin, lê li pêşberî yek mêrî paşve gav navêjin, jinên ku dirûşma 'Jin jiyan azadî' li cîhanê belav kirin, bi xêr hatin." Çîgdem got, “Jin wê bi ser bikevin, yek mêr wê rejîmê winda bike. Hefteyek ji hilbijartinan re ma. Rejîma yek mêrî herî zêde behsa me dike. Ji ber ku jin rê nadin wan. Me soz da Dayikên Aştiyê, Denîz Poyraz, Îpek Er, Leyla Guven, Gultan Kişanak û 'em ê bi ser bikevin'. Me soz da ku em ê Tirkiyeya nû bi siyaseta jinê re bînin cem hev. Partiya Çep a Kesk rawestgehek nû ye û partiyek ku rengê xwe yê binefşî diparêze ye. Me pergala hevserokatiyê anî Tirkiyeyê, serdestiya mêr têk bir. Em hewl didin di hemû qadên jiyanê de hevserokatiyê ava bikin. Em ê pergala hevserokatiyê li her derê belav bikin.”   'Em ê di govenda serketinê de bên gel hev'   Çîgdemê, diyar kir ku ew ê Wezareta Jinê ava bikin ku gotin û daxwazên jinan tê de cih bigirin û projeyên xwe ji bo jinan vegotin. Çîgdem wiha berdewam kir: “Ev cîhan bi keda jinan hatiye avakirin. Em ê mafê ewlehiyê ji keda jinê ya nedîtî re bînin. Em ê keda xwe biparêzin. Peymana Stenbolê tirsa herî mezin a hikûmetê ye. Têkoşîna jinan wê Peymana Stenbolê ya ku ji aliyê hikûmetê ve hatibû betalkirin bike meriyetê. Li dijî edaleta mêr a ku hikûmet li ser me ferz dike, em ê Dadgeha Taybet a Jinan ava bikin. Tu kujer bê ceza nemînin. Ji hilbijartinê re çend roj man. Werin em li Stenbolê ji bajarê jinan re şahidiyê bikin. Ev hilbijartin dê pêşeroja me diyar bike. Em li vir in ku bi hev re em ê biguherînin. Em ê di roja 14’an de di govenda serkeftinê de bên gel hev.”   Jinan Çîgdemê bi dirûşman û bi çepikan rê kir.   Esengil Demir: Em ê rejîma yek mêrî bişînin   Piştre Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr axivî û diyar kir ku li Parka Yogûrtçu kêliyeke dîrokî heye û jinên ku wê encama hilbijartinê diyar bikin li qadan hatin cem hev. Esengul got, “Ev hilbijartin hilbijartina di navbera pergala mêr û azadiya jinê de ye. Hilbijartin ji bo bidawîkirina rejîma yek mêrî ya 20 salan e. Em ê wan bişînin. Ez sond dixwim ku em ê rejîma yek mêrî bişînin. Em damezrînerên jiyana nû ne.  Hikûmetê Peymana Stenbolê betal kir. Bi Hizbul-kontra re peyman çêkir li dijî jinan.   Ji ber vê yekê em jin dema ku biryaran didin divê vebijarka sêyemîn hilbijêrin."   'Jin ne bi tenê ne'   Esengulê  bal kişand ser pêkanînên hikûmetê yên piştî erdhejê û got, “Me erdhej ji bîr nekir. Bandora erdhejê hê jî berdewam e. Weke ku nehiştine mirov bimirin dengan dixwazin. Di jiyana nû de em ê pêşeroja xwe bi xwe ava bikin. Kuştina jinan tiştekî asayî xuya dike, kujer tên parastin û bê ceza tên xelatkirin. Kuştin siyasî ne. Dewlet bi îradeya xwe rê dide ku jin bên kuştin. Tu jin ne bi tenê ye. Werin em di 14'ê Gulanê de dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk a ku yekane dar e û bişînin Meclîsê."   Piştre Koma Jin MA derket ser dikê û bi stranên kurdî govend geş kir.    Salîha Aydenîz: Em ê faşîzmê biqedînin   Piştre Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz axivî û diyar kir ku silavên xwe ji Kurdistanê anîne û got ku gelê Kurdistanê bi biryar e ku hikûmetê bişîne. Salîha, wiha got: “Silav silav li kesên li girtîgehan li berxwe didin. Digotin ger em jinên Kurd têxin zindanan em ê wan bindest bikin, lê hevalên me li girtîgehê jî weke li derve berxwedana xwe mezin dikin. Silav li kesên ku bi 'Jin jiyan azadî' ji hemû cîhanê re bûne mînak. Silav ji jinên 4 parçeyên Kurdistanê re. Em tifaqa jinan ne tenê li Kurdistan, Tirkiye li her derê berfireh dikin. Ger têkoşîna jinan mezin bibe, dîktator nikarin pêş bikevin. Azadiya gel bi azadiya jinê ve girêdayî ye. Silav li berxwedana jinên Rojava. Hikûmet dixwaze bi komkujiyan berxwedana jinan bi dawî bike, lê em ê têkoşîna xwe mezin bikin û faşîzmê biqedînin."   'Azadî nêzîk e'   Salîha, anî ziman ku desthilatdarî li dijî Kurdan û dijminatiya jinan e û wiha got: “Em ê jin heta dawî Peymana Stenbolê biparêzin. Ew hevserokatiyê sûc dibînin. Hevserokatî xeta me ya sor e. Îro jî desthilatdarî li dijî jinan polîtîkaya şerê taybet dimeşîne. Hûn nikarin jinan bi polîtîkayên şer bindest bikin. Em ji Stenbolê dibêjin ku çûna desthilatdariyê wê bi destê jinan be. Azadî nêzîk e. Hilbijartin pir girîng e, em ê bi Partiya Çep a Kesk re têkoşîna xwe mezin bikin. Divê em çepa Kesk li her derê pêş bixin. Baweriya me bi jin û ciwanan heye, ew ê vê pergalê veguherînin."