Li Parka Yogurtçu jin bi kenê xwe peyamê didin îqtîdarê 2023-05-07 13:30:17   İSTANBUL - Hevdîtina jinan ku li Parka Yogurtçu bi coş hat destpêkirin bi coşa xwe bi dawî bû. Bi hezran jinên ku tevli hevdîtin êbûn diyar kirin ku ewê di 14'ê Gulanê de îqtîdarê bişînin û dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk.    Hevdîtina jinan a Partiya Çep a Kesk li Parka Yogûrtçu ya Kadikoyê bi dirûşma "Em li vir in, em ê bi jinan re biguherin" di çarçoveya xebatên hilbijartinê de ku bi tevlibûna bi hezaran kesî dest pê kir bi dawî bû. Jinên ku bi cil û bergên xwe yên neteweyî û şalên binefşî li stûyê xwe gerandin bi lîlandin û dirûşmeyên xwe coşa xwe nîşanî herkesî dan.  Jin bi 13 zimanan hatin pêşwazîkirin   Li qada mitîngê pankartên “Sindoq emanetî jinan e” û “Em li vir in, di Çepên Kesk de ne” hatin vekirin û wêneyên Garîbe Gezer a li Girtîgeha Kandirayê hatiye qetilkirin û Denîz Poyraz ku di êrişa li dijî HDP’a Îzmîrê de jiyana xwe ji dest dayî hatin daliqandin. Jin, bi pankarta “Hûn bi xêr hatin” a bi 13 zimanan hatin pêşwazîkirin.   Konvoy bi rengê jinê hat hat çêkirin   Beriya hevdîtinê gelek jin ji navçeyên cuda yên Stenbolê li taxa Sultangazî hatin cem hev û konvoyeke binefşî ava kirin û ketin Parka Yogûrtçu. Jinên ku bi stranên xwe û cil û bergên xwse dîmenên rengîn çêkirin.   Mitîng, bi tevlibûna Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz, Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş, Berdevka Partiya Azadiya Civakî (TOP) a Stenbolê û namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Nîlay Kuş, Seroka Partiya Kedê (EMEP) a Stenbolê Sema Barbaros û bi hezaran jinan dest pê kir.    Jinên hatin qetilkirin hatin bîranîn   Piştî jinan qad tijî kirin, hevdîtinê bi axaftina vekirinê dest pê kir. Di axaftina vekirinê de Nagîhan Akarsel, Denîz Poyraz û jinên hatin qetilkirin hatin bîranîn. Ji jinên girtî yên li girtîgehê jî silav hatin şandin. Di vê navberê de jinan li qadan dirûşma "Girtiyên siyasî rûmeta me ne" berz kirin. Piştî axaftina vekirinê ji bo jinên di têkoşîna demokrasiyê de hatin qetilkirin û jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin. Di heman demê de dirûşmeyên “Şehîd Namir” hatin berzkirin.     'Em ê rejîma zayendperest bişînin'   Piştre Rêveberê Partiya Çep a Kesk a Stenbolê û aktîvîstê LGBT+ Îsmaîl Temel got, “Me coş û vîna xwe li xwe kiriye, em tên rejîma qesrê ya mêtinger bişînin. Ji ber ku me di hilbijartinên 2015’an de ew nekir serokkomar, AKP-MHP’ê li dijî LGBT++’ê şer îlan kir. "Rejîma yek mêrî berpirsê wêrankirina malbatê ye, berpirsê xela ya li welat e."   Ozlem Gumuştaş: Hûn nikarin me biqedînin   Piştre Seroka ESP'ê Ozlem Gumuştaş dest bi axaftina xwe kir û diyar kir ku ji bo  dirûşmên  azadiyê berz bikin hatin gel hev. Ozlem got, “Em ji nişka ve nehatine vir. Me ala têkoşînê ya Denîz Poyraz hilda û bi berxwedana Fîgen û Leylayê hatin. Em bi axîna Garîbe Gezer û hafizaya Aysel Tûglûk hatine. Em ji nişka ve nehatin vir, em bi berxwedanê hatin. Bi serhildana Rojhilatê Îranê re em b serhildana Jîna Emînî hatin. Serhildana me li hemû cîhanê deng veda. Bi heman dengî li hemû cîhanê jin di nava berxwedanê de ne. Em nêzî hilbijartineke pir krîtîk in. Ji bo faşîzma AKP-MHP’ê ku dibêjin “mirin an jiyan” em di saleke pir krîtîk de ne. Dixwazin destkeftiyên me bi qirkirina me û zindankirina me di nava malbatê de bi dest bixin. Dixwazin civakeke bêdeng û bê têkoşîn ava bikin. Heta îro nekarîn me teslîm bikin, hûn nikarin me biqedînin. Em ji bo guherînê, ji bo azadiyê hene û teqez em ê bi ser bikevin. Têkoşîna me ya azadiya jinê wê bi ser bikeve."   Hevdîtin bi axaftinan dewam kir bi govendê û dirûşman bi dawî bû.