Partiya Çep a Kesk Roja Dayikan pîroz kir 2023-05-06 16:06:47     AMED - Partiya Çep a Kesk bi bernameyeke taybet Roja Dayikan pîroz kir.    Bi minasebeta Roja Dayikan Partiya Çep a Kesk li Amedê li avahiya KURDÎ-DER'ê bi jinan re civiya. Namzetên Partiya Çep a Kesk, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Meclîsa Dayikên Aştiyê, Xizmên Girtiyan, dayikên ku zarokên xwe di şer de windakirine, endamên Komeleya Jinan a Rosayê tevlî bernameyê bûn.    Beriya axaftinan govend hat gerandin û piştre Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulistan Atasoy, bi dimîlkî axivî û bal kişand ser Roja Dayikan. Hevberdevka Partiya Çep a Kesk a Amedê Pinar Sakik Tekîn jî da zanîn ku ji bo ji bo dayika Taybet, Nagîhan Akarsel û jinên ku hatine qetilkirin dê biçin ser sindoqan.   Berdevka Meclîsa Dayikên Aştiyê Havva Kiran û ji Xizmên Windayan jî Ferîde Gundem dayikan silav kir û bal kişandin ser destkeftiyên Gelê Kurd.    Namzetên Partiya Çep a Kesk Halîde Turkoglu, Adalet Kaya, Ceylan Cupolo jî di axaftinên xwe de li ser têkoşîna dayikan rawestiyan û dan zanîn ku tu carî wan dayikan bi tenê nahêlin.    Herî dawiyê jî Hevseroka MEBYA-DER'ê Yuksel Almas, axivî û behsa dayika Agît îpek Halîse Aksoy kir û da zanîn ku Halîse tu carî di têkoşîna xwe de paşve gav neavêt.    Bername bi stranên dengbêj Hediyeyê qediya.