'Em xwedî li sindoqan derkevin' 2023-05-06 09:07:12     Dîlan Babat   MELETÎ - Namzeta Partiya Çep a Kesk a Meletiyê Tulay Şakar da zanîn ku xebatên hilbijartinê bê navber dimeşînin û tevî operasyonan wê heta dawî xwedî li sindoqan derkevin.   Gelê Kurdistan û Tirkiyeyê di 14’ê Gulanê de ji bo hilbijartinên serokomarî û dema 28’emîn diçin ser sindoqan. Xebatên hilbijartinê jî bê navber didomin. Li cihên wekî Meletî, Dîlok, Hatay, Semsûrê ku ji ber erdhejê gelek bi bandor bûn û welatî neçar man çû bajarên din, ji bo hilbijêran wê otobus bên amadekirin û ji bo bikaranîna dengan bang tê kirin. Li Meletiyê Partiya Çep a Kesk der barê ewlehiya sindoqan de xebatên xwe didomîne û hat diyarkirin ku hejmara hilbijêran 547 hezar û 104 kes in.   Li Meletiyê wê 547 hezar û 104 kes deng bi kar bînin   Li Meletiyê di navbera hilbijartinên Adara 2019-2023’an de ji sedî 10 guherîn hatiye jiyîn. Dîsa di navbera 2019-2023’yan de hilbijêrên çûne 141 hezar û 829 e û hejmara hilbijêrên winda (mirî, yên qeydên xwe negirtine) jî 25 hezar û 937 hat diyarkirin. Hejmara hilbijêrên niha 547 hezar û 104 e. Di hilbijartinên demên berê de jî 516 hezar û 663 kesî deng bi kar anî bû.    Namzeta rêza sêyemîn a Partiya Çep a Kesk a Meletiyê Tulay Şakar der barê ewlehiya sindoqan de axivî û banga bikaranîna dengan kir.   ‘Bertekên tund ên berê tune ne’   Tulayê da zanîn ku di çarçoveya xebatan de kolan bi kolan mal bi mal û kon bi kon digerin û got: “Bertekên gel li hember me tune ne. Mirov dengên xwe nedin jî bertekên wan aşkera ne. Berê xebatek hilbijartinê ya wisa rehet nehatibû meşandin, mixabin. Bertek dihatin nîşandan. Di pêvajoya erdhejê de em di nava piştevaniyê de bûn. Heta bi hezaran mirovî ji me re gotin ‘hûn ligel me bûn. We em xilas kirin’.”   ‘Wê têkoşîna me bidome’   Tulayê balkişand ser operasyon û provakasyonên beriya hilbijartinê û wiha pê de çû: “Partiya me her tim bi van operasyonan re hatiye rû hev. Ev ne tiştekî nû ye. Şaredarên me girtin. Qeyûm tayînî şaredariyan kirin. Em ne partiyek ji rêzê ye. Em ji têkoşînek rêxistinkirî tên. Zextên wan wê tu car me neçewisîne. Têkoşîna me wê bidome. Em ê heta dawî xwedî li sindoqên xwe derkevin. Bila gumana gelê me tunebe. Em yek dengê xwe nadin desthilatdariyê.”