'Em ê dengê xwe bidin xwe û li sindoqan xwedî derkevin' 2023-05-06 09:05:14       Sema Çaglak   ŞIRNEX - Jinên bajarokê Deştadarê ya Hezexê destnîşan kirin ku ew ê ji bo mafê ziman, nasname û azadiya girtiyan dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk û banga xwedîderketina li sandoqan kirin.   Ji hilbijartina 14’ê Gulanê re tenê çend roj man. Bi nêzbûna hilbijartinê re lîvû tevgerên partiyan ên xebatê jî zêde bûn. Jinên bajarokê Deştadarê yê Hezexa Şirnexê têkîldarî hilbijartinê bang û peyamên xwe parve kirin.   ‘Em ê vê pergala qirêj hilweşînin’   Maşallah Koşmaz diyar kir ku ji bo vê pergala qirêj biguherînin ew ê dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk û got: “Guhertina vê pergalê azadiya jinê jî tîne. Heke Partiya me bi ser keve wê jin jî bi ser bikevin wê civak jî bi ser keve.  Bangawaziya min ew e ku di 14’ê Gulanê de gelê me biçe ser sandoqan û xwedî li dengê xwe û partiya xwe derkeve.”   ‘Ji bo mafê zimanê zikmakî’   Zumreten Çakir jî anî ziman ku ew ji bo 14’ê Gulanê serkeftinê dixwazin û wiha pêde çû: “Xwedî li dengên xwe derkevin. Em mafê zimanê dayikê dixwazin. Ji bo girtiyan, ji bo azadiya serok Apo û ji bo nasnameya xwe ez ê dengê xwe bidim Partiya Çep a Kesk. Jin Jiyan Azadî.”   Elîf Koşmaz jî bilêv kir ku gelek sedemên wan hene ku ew bi ser kevin û got: “Em ê bi vê hilbijartinê dawî li zilmê bînin û axa xwe azad bikin. Ji bo azadiya girtiyan, ji bo ziman û li dijî tecrîdê divê em bi ser kevin.”   ‘Em ê dengê xwe bikin ye’   Rahime Akman jî destnîşab kir ku êdî serkeftin ji wan re pêwiste û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ji bo serkeftinê, ji bo azadiyê ji bo zimanê xwe ji bo rizgariya ji vê bindestiyê em ê dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk. Êdî serkeftin divê.  Divê Kurd bibin yek û serkeftinê bînin. Heke em bibin yek em ê di her warî de bi ser kevin. Em koletiyê qebûl nakin.”   ‘Dê serkeftin ya me be’   Şafak Aktan jî diyar kir ku gelek tişt di destê jinê de ye û got: “Heke em bi ser kevin dê civak bi ser keve. Em ê dengê xwe bidin  Partiya Çep a Kesk. Ji ber ku Partiya Çep a Kesk deng û rengê me ye û xîtabî me dike.”   Salîha Teke jî bal kişand ser yekitiya kurdan û wiha bang kir: “Ez ê dengê xwe bidim  Partiya Çep a Kesk. Ji bo ziman û nasnameya xwe. Ji xeyînî partiya me partiyên din mafên me naparêzin. Em serkeftin û aştiyê dixwazin. Ji bo aştî, wekhêviyê û azadiyê em ê roja  14’ê Gulanê vê desthîlatdarê bişînin û dê serkeftin ya me be.”