Jin di 7’ê Gulanê de li Parka Yogurtçu ne 2023-05-05 19:03:36   STENBOL-Jinan ji bo mîtînga Partiya Çep a  Kesk ya wê di 7’ê Gulanê de li Parka Yogurtçu pêk bê, ji Kolana Îstîklalê heta Qada Taksîmê xebat meşandin û banga tevlibûnê li jinan kir.   Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de partiya Çep a Kesk wê 7’ê Gulanê de li Parka Yogurtçu  mîtîngekê pêk bîne. Jinan bi armanca banga mîtîngê ji Beyoglu heta Kolana Îstîklalê belavok belavkirin. Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar, hevberdevka Kongreya Civaka Demokratîk (HDK) Esengul Demîr, hevberdevka partiya Çep a Kesk a Stenbolê Beser Çelîk, endama MYK’a Partiya Çep a Kesk Çîgdem Ozbaş, endamên Partiya Çep a Kesk û meclîsa jinan tevli xebatê bûn.   Girseya li Tunela li Kolana Îstîklalê hatin gel hev bi onlukên nivîsa Partiya Çep a Kesk berbi qada Taksîmê meşiyan. Di dema belavkirina belavokan de polisan hewl dan astenbiyan derxînin lê jinan bi dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ xebat domandin.   Namzeta Partiya Çep a Kesk Nîlay Kuş di xebatê de axivî û banga tevlibûna mîtînga 7’ê Gulanê li hemû jinan kirin û ggot wê jiyanê bi jinan re ava bikin.   Jinan di belavkirina belokan de axaftin kiri nû diyar kirin ku wê bi Partiya Çep a Kesk re aştiyê bînin, dijminahiya li hember jinê bidawî bikin û bang li jinên derdorê kirin. Girse heta Qada Taksîmê meşiya û Hevberdevka Partiya Çep a Kesk a Stenbolê Beser Çelîk jî li vir  axaftinen kir û banga tevlibûna mîtîngê li jinan kir û got 7’ê Gulanê de hemû li Parka Yogurtçu bin.   Piştî axaftinan girse belav bû.