Li Wêranşarê mîtînga Partiya Çep a Kesk: Azadî dê teqez bê 2023-05-05 13:46:13     RIHA - Partiya Çep a Kesk, li navçeya Wêranşarê bi tevlibûna hezaran kesî mitîng li dar xist û di mîtîngê de Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz axivî û got: "Gelê Kurd bê azadî nikare bijî. Eger ne îro be, sibe nebe, roja din. Azadî teqez wê bê."   Partiya Çep a Kesk li navçeya Wêranşar a Rihayê çend roj beriya hilbijartinên 14’ê Gulanê mitîngekê li dar xist. Beşdarvanên mitînga ku li qada Mazatê tê lidarxistin di destê wan de alên Partiya Çep a Kesk ketin qadê. Girseya gel bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Jin jiyan azadî" li qadê kom bûn. Jin û mêr bi cil û bergên xwe yên rengîn ên herêmî qad tijî kirin. Di mîtînga ku ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin, girseyê bi yek dengî sirûda "Cerxa Şoreşê" xwend.   Axaftina vekirinê ji hêla Hevserokê Partiya Çep a Kesk a bajarê Rihayê Serhat Dîcle Înan ve hat kirin û Piştre jî Encumena Şaredariyê ya HDP'ê Îsa Konukçî bi zimanê erebî xitabî gel kir. Îsa diyar kir ku Partiya Çep a Kesk partiya her kesî ye û bang li gelê Rihayê kir ku mohra xwe li Partiya Çep a Kesk bidin.   Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu bi silavkirina beşdaran dest bi axaftina xwe kir û diyar kir ku ew di serdemeke dîrokî re derbas dibin û dê di 14'ê Gulanê de hikûmeta AKP'ê têxin sindoqan. Ayşeyê bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Bi taybetî ev 2 sal in tu nûçe ji Birêz Ocalan nayê. Li vir em careke din bang dikin. Dest ji polîtîkaya tecrîdê berdin. Deriyê Îmraliyê vekin. Rêya jiyana demokratîk û aştiyane vekin.”   Piştre siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk axivî û diyar kir ku îro ji bo azadî û pêşeroja Gelê Kurd bi deh hezaran kes li qadan in û wiha bi lêv kir: “Îro em ber bi roja azadiyê ve diçin. Bi baweriya min rojên bên siberoja kurdan e. Serkeftin a kurdan e. Serkeftin ya gelê Wêranşarê ye. Îro jî jinên Wêranşarê û jinên kurd weke her car ji bo azadiyê, ji bo pêşeroja gelê me li qadan in. Ji ber vê yekê ez dibêjim 'Jin jiyan azadî'. Em baş dizanin ku Gelê Kurd heta îro serê xwe li hemberî zilmê netewandiye. Em dizanin ku îro jî zilma li ser Gelê Kurd didome. Ez hêvî dikim ku em ê vê sîstemê û vê hêzê bişînin û jiyana azad ava bikin."    Piştre Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz mafê axaftinê girt û gel silav kir. Salîha wiha dest bi axaftina xwe kir: "Ev qad qada berxwedanê ye, qada serhildanê ye, ev qad tirsa AKP-MHP'ê ye. Îro dirûşma jin, jiyan azadî li hemû cîhanê belav bûye. Em ê bi gotina jin jiyan azadî vê hikûmetê bişînin.  Dibêjin pirsgirêka kurd tineye. Eger pirsgirêka kurd tunebe, çima Cîhan Aymaz hat qetilkirin? Cîhan Aymaz di encama nijadperestiyê de hat qetilkirin. Gelê Kurd wê têkoşîna xwe ya ji bo aştî û azadiyê bi rûmet bidomîne û gelên Tirkiyeyê azad bike   Tecrîd derba herî mezin e. Heta ku Birêz Ocalan azad nebe Kurdistan azad nabe, Tirkiye nikare demokratîk bibe. Baş li siyaseta vê hikûmetê binêrin. Ev hikûmet bi dijminatiya kurdan dixwaze desthilatdariya xwe bidomîne û vê yekê jî bi tecrîdê dike. Gelê Kurd bê azadî nikare bijî. Eger ne îro be, sibe nebe, sibe roja din. Azadî teqez wê bê.   Piştî axaftinan mîtîng bi stranên hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (MKM) Şerzad û Hediyeyê bi dawî bû.