Banga tevlîbûna mîtînga Qoserê: Bila ev coş bibe coşa 14'ê Gulanê 2023-05-04 09:02:21     Rojda Aydin   MÊRDÎN - Siyasetmedaran ji bo mîtînga Partiya Çep a Kesk a sibe li qada Newrozê ya Qoserê bê lidarxistin, gotin: "Em ê bi hev re dengê xwe bilind bikin, bila ev coş bibe coşa 14'ê Gulanê."   Partiya Çep a Kesk, di çarçoveya Hilbijartinên Giştî ya 14’ê Gulanê li her kolanên Kurdistan û Tirkiyeyê xebatên xwe bênavber didomîne. Bi vê mebestê di 5’ê gulanê de ango sibê bi tevlîbûna Hevseroka Partiya Herêmên Demokrasîk (DBP) û namzeta Mêrdînê Salîha Aydenîz û Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê yê ku şûna wî qeyûm hat tayînkirin Ahmet Turk ve dê di saet 14.30’an de li Qada Newrozê ya Qoser a Mêrdînê mitîngek mezin bê lidarxistin. Ji bo mitînga ku bê lidarxistin li kolan, tax û gundan xebatên xwe didomînin.   Hevşaredara Şaredariya Qoserê ya ku şûna wê qeyûm hat tayînkirin Nîlufer Elîk Yilmaz û Rêvebera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê Adîle Kizilay, ji bo mitînga Qoserê gelên Mêrdîn û Qoserê vexwendin.     ‘Em ê di 14’ê Gulanê de bi ser kevin’   Nîlufer Elîk Yilmaz, ew ber bi hilbijartinek gelek girîng ve diçin û got ev hilbijartin hilbijartinek sedsalî ye. Nîlufer, ji bo gelan bi lêv kir ku pêwîste hemû di vê hişmendiyê de bin û wiha domand: “Divê hemû kes di wê ferqê de be ku ev hilbijartin çiqasî girîng e. Ji ber ku ev îktîdar bi salan e xwe li ser mafê jinan, kuştin û tunebûnê xwe dide jiyîn. Wekî ku tê zanîn ji hilbijartinê de hindik roj maye. Daxwaza me ew e ku bila gelê me dengê xwe û sindoqên xwe xwedî derbikevin. Piştî ku me dengê xwe bikaranî şûnde heta dawî xwedî li sindoqan derbikevin. Baweriya me bi gel û hêza me heye. Em ê di 14’ê Gulanê de bi ser kevin û em ê di 15’ê gulanê de mizgîniya aştiyê bidin.”   ‘Em ê bi ser kevin'    Nîlufer, destnîşan kir ku ew ê di 5’ê gulanê de ango sibê saet 14.30’an de li Qada Newrozê mîtîngek girseyî li dar bixin û wiha pê de çû: “Em hemû gelê xwe yên Mêrdîn û Qoserê dawetê vê mitînga xwe dikin. Ji ber ku ev mîtîng jî gelek girîng e û pêwîste em wê rojê bersivek xûrt bidin. Kar û xebatên yên li tax û gundan berdewam dike. Em ê di 14’ê gulanê de teqez bi ser kevin. Em ê di 5’ê gulanê de li Qada Newrozê dengê azadiyê bi hev re geş bikin û em bêjin 14’ê Gulanê de em ê bi ser kevin û 15’ê Gulanê de jî mizgîniya aştiyê bidin.”   ‘Bila ev coş bibe coşa 14’ê Gulanê’   Adîle Kizilay jî da xuyand ku ev hilbijartin ji ber ku “hebûn û tunebûna” Gelê Kurd diyar dike gelek girîng e û wiha axivî: “Ji ber vê yekê jî polîtîkayên qirêj ên ku li ser jin û Gelê Kurd tê meşandin û vê îktîdarê hilweşînin pêwîste em xwedî sindoqên xwe derbikevin. Em xwedî dengê xwe derbikevin. Ji ber ku ev hilbijartin ji bo me gelek girîng e. Em bang li tevahî gelê Qoserê dikin ku werin em bi hev re mîtînga xwe li dar bixin. Em di 5’ê Gulanê de saet 14.30’an de li Qada Newrozê bên li cem hevdû û dengê xwe bilind bikin. Pêwîste ev mîtîng bi coş û girseyî be. Ji ber vê yekê jî em bang hemû gelên Mêrdîn û Qoserê dikin ku werin em bi hev re mîtînga xwe bi coşek mezin li dar bixin. Bila ev coş bibe coşa 14’ê Gulanê.”