Li Peyasê hevdîtina bi coş a gel 2023-05-03 20:53:41   AMED - Partiya Çep a Kesk li Peyasê li Kawşaxa Dunya bi coşek mezin hevdîtinagel pêk anî.   Partiya Pêşerojê a Çep a Kesk (Partiya Çep a Kesk) li navçeya Peyas a Amedê li Kawşaxa Dunya hevdîtina gel pêk anî. Ligel namzetên Partiya Çep a Kesk û rêxistina Partiya Çep a Kesk,  Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk, rêxistinên civaka sivîl û bi sedan kes tevli bûn.    Hevberdevka Partiya Çep a Kesk a Amedê Pinar Sakik tekin di hevdîtinê de axivî, balkişand ser girîngiya hilbijartinan û got: “Li ser vê axa qedîm bi sedsalane êş tên jiyîn û ligel vê  hêvî jî hene. Têkoşîneke bi pêşengiya jinan mezin dibe heye. Têkoşîna me hinekan ditirsîne. Lê em tu carê wê vala neminin. Em ê bi hev re 14’ê Gulanê de biharê bînin.”   Piştî axaftinan ligel stranên hunermendên herêmî govend hatin gerandin.