Newroz Uysal: Yekane daxwaza gelê Kurd rakirina tecrîdê ye 2023-05-03 18:03:17   ŞIRNEX - Partiya Çep a Kesk li taxa Ofîsê ya Silopya vekirina bûroya hilbijartinê vekir. Namzeta Şirnexê Newroz Uysal, destnîşan kir ku yekane  daxwaza Gelê Kurd rakirina tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e.   Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên xwe yên hilbijartinê de li taxa Ofîsê ya Silopyayê bûroya xwe ya hilbijartinê vekir. Namzeta Partiya Çep a Kesk Newroz Uysal Aslan, Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) yê Şirnexê Hasan Ozguneş, Rêxistina HDP’ê Bajarê Şirnexê, Rêxistina Partiya Çep a Kesk yê navçeya Silopya û gelek kes beşdarî bernameyê bûn.   Girseyê bê navber dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Piştî deqîqeyek rêzgirtinê bername bi axaftina namzet Newroz Uysal ve berdewam kir. Newroz, destnîşan kir ku daxwaza yekser ya Gelê Kurd rakirina tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û got: “Ji bo ku em vî hilbijartinê de ser bikevin gelek sedemên me henin. Em êdî bindestiyê qebûl nakin. Azadiya axa xwe dixwazin, nasûna nasnameyê xwe dixwazin. Gelê Kurd azadiya girtiyên xwe dixwaze û yê herî yekser jî rakirina tecrîdê dixwaze. Ji bo van hemû yekan em ê dengê xwe bidin xwe û xwedî li dengên xwe derkevin.”