'Nobeta Edaletê' li ber Edliya Rihayê 772 roj in didome 2023-05-03 13:28:45   RIHA - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar 772 roj in didome û di çalakiya îro de wiha hat gotin: "Ev hilbijartin, hilbijartina mezlûm û zaliman e."   Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) ku 3 ferdên malbata wan ji aliyê xizm û alîgirên parlamenterê AKP’ê ve hatin kuştin Nobeda Edaletê didomîne. Nobeda malbatê ji 9’ê adara 2021’ê ve li ber Edliyeya Rihayê li dar dixe. Çalakiya malbatê di roja 772’yemîn de berdewam kir.    Malbatê di çalakiya îro de ev peyam da: "Ev hilbijartin, hilbijartina mezlûm û zaliman e."