Jin wê dengê xwe ji bo azadiyê bi kar bînin 2023-05-03 09:07:59     ÎZMÎR - Ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re demek kurt ma û jinan diyar kirin ku wê dengê xwe jî bo azadiya jinê bi kar bînin.  Jinan diyar kirin ku wê di her şertî de têkoşîna xwe bidomînin.   Ji hilbijartinên serokomarî û parlamenteriyê yên dema 28’emîn re demek kurt ma.  Jinên 1’ê Gulanê de daketin qadan diyar kirin ku desthilatdariya AKP’ê 20 sal zêdeye jinan hepsê malê dike, dixwaze qanûnên şerîatê bike dewrê û gotin wê di vê hilbijartinê de dengên xwe li alî azadî û mafê jinan bikar bînin. Her wiha jinan gotin tevgera azadiya jinan a li Rojhilat destpêkiriye, bi dirûşma ‘jin jiyan azadî’ li her derê cîhanê bi bandor bûye.    ‘Li her derê tundî li jinan tê kirin’   Karker Yazar Kirbaş daxuyakirin ku li Tirkiyeyê li her derê tundî li jnan tê kirin û kuştinên jinan polîtîkin û wiha vegot: “Ji ber em Kurd û Elewî ne zextên li ser me du qatin.  Gulîstan Doku hîna nehatiye dîtin. Em dizanin ku bi hevkariyê hat windakirin. Kujer tên parastin. Em nefreta wan ya li hember jinan baş dibînin. Divê hemû kes dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk. Pergala hevserokatiyê kontenjana jinê di Partiya Çep a Kesk de zêde ye û pêşiya jinê vekirî ye.”   ‘Em ê li her derê bin’   Nîlgun Gurbuz jî  dsetnîşan kir ku  ew welatekî ku jin dikarin lê azad bijîn dixwazin û wiha anî ziman: “Kenê jinan jî pasîfîze kirin. Rolek jinan a mezin di civakê de heye. Li her derê jin hene.  Lê dixwazin her tiştî ji destê me bigirin. Peyamana Stenbolê îptal kirin. Cînayetan normal dikin. Tu ceza tune ye. Lê em ê her tim bixwe bawer bin. Em ê li her derê bin.”   ‘Em destur nadin wan’   Xwendekar û lîstikvan Ekîn Nalduvan jî  bal kişand ser binçavkirinên demên dawî û daxuyakirin ku desthilatdariya zextxwir ewil êrîşî huner û zanistê dike û wiha dirêjî daye: “Em matmayî neman. Em li pişt têkoşînê ne. Em bi xetereya îslama radîkal re rû bi rû ne. Huner tune be civaka ku nafikire dertê holê. Lê hunerê vediguherin muhafazakariyê. Em nikarin lîstika xwe bilîzin. Tên sansurkirin.”   Xwendekara zanîngehê Pelda Ege jî diyar kir ku tevgera li Rojhilat destpêkiriye li her derê cîhanê deng daye û banga mezinkirina berxwedanê li jinan kir. Peldayê destnîşan kir ku li her derê cîhanê dirûşma ‘jin jiyan azadî’ deng daye û jina ku jiyan afirandiye di dirûşmeyê de cih girtiye û ji bo azadiya civakê divê jin jî azad bin.   ‘Jin hêviyê didin’   Julîde Aslan jî anî ziman ku jin di pêvajoya desthilatdariya AKP’ê de mafên wan hatiye binpêkirin û wiha domand: “AKP polîtîkayên ku jiyana mirovan dorpêç dike dimeşîne. Li dijî van polîtîkayan jin û tevgera LGBTÎ dengê xwe bilind dikin. Peymana Stenbolê ji meriyete derxistin. Yên li dijî vê deng bilind kirin jin bûn.  Lê maseya 6’an ewil  Peymana Stenbolê ji çav derxist. Em ê jin ji bo mafên xwe têbikoşin. Jin hêviyê didin nifşê pêşerojê.”   Jina bi navê Ozgul Mollaîbrahîmoglu ya 70 salî jî ev tişt vegot: “Hun Afganîstanê dibînin. Zarokên keç nadin xwendin. Li Afganîstanê jin ji kargeriyan hatin girtin. Mafê wan ji dest hatin girtin.  Lê divê jin hîn bêtir xwedî li mafên xwe derkevin. Jina di alî aborî de azad bin nabin kole.”