Bertekên li dijî operasyonên siyasî: Êdî dema guhertinê ye 2023-05-03 09:06:21   Rojda Aydin   MÊRDÎN - Parlamentera HDP'ê Pero Dundar, bertek nîşanê binçavkirin û girtinan da û diyar kir ku dîroka dewletê dîroka qirkirinê ye û operasyonên wan heta niha qet bi dawî nebûne û got: "Lê ew bi van operasyonan nikarin bi ser kevin. Gelê Kurd serî natewîne." Namzeta Partiya Çep a Kesk Bêrîtan Guneş jî da zanîn ku ev îktîdar êdî dema xwe tijî kiriye û dem dema guhertinê ye.   Ji Hilbijartinên Giştî ya 14’ê Gulanê re ku kêm roj man, operayonên binçavkirin û girtinê jî destpê kir. Di 25’ê nîsanê de ku navenda wê Amed li 21 bajarî operasyona qirkirina siyasî pêk hat û rojnameger, siyasetmedar, parêzer û hûnermend jî navê de bi sedan kes hatin binçavkirin. Di encama vê operasyonê de rojnameger jî navê de 48 kes li ser îfadeyên îtîrafkar Umît Akbiyik hatin girtin. Di heman demê de di 29’ê nîsanê de jî bi hinceta lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqerê li 15 bajaran bi ser gelek malan de hate girtin. Di nav de Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû û edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sedat Yilmaz, hevjîna wî Selma Yilmaz, xwişka wî Fîlîz Yilmaz jî navê de gelek kes hatin binçavkirin.   Li dijî van operasyonên qirkirinê bertek û nerazîbûna gel didomin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê Pero Dundar û Namzeta Mêrdînê ya Partiya Çep a Kesk Bêrîtan Guneş, bertek nîşanê operasyonan dan.   ‘Li dijî hilbijartinê operasyon'    Pero, anî ziman ku dîroka vê dewletê dîroka qirkirinê ye û ev îktîdar jî qirkirina dawî ya sedsalê pêk tîne û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Ji xwe operasyonên wan qet nesekinîne. Ji ber vê her tim seneryoyek wan heye. Niha jî bi ser îfadeyekî bi dehan kes hatin binçavkirin. Dema ku mirov naveroka van operasyonan dinêre bi giştî tişta ku hedef girtiye hilbijartine. Ji ber vê jî ev operasyon li dijî hilbijartinê, sindoqan û dizîna dengan e. Ev yek wek xespkirina vînekî ye. Parêzerên endamên OHD’ê, ji bo ewlehiya sindoqan xebat didan meşandin û bernameyên xwe derxistin."   'Xebat bûn sedema sûc'   Pero, daxuyand ku dema ku qeyûm tayînê şaredariyan hat kirin saziyên çand û hûnerê hatin girtin û got: "Lê belê xebatkarên çand û hûnerê dîsa xebatên xwe meşandin. Destûr nedan ku çand û hûnera kurdan tune bibe. Li 70 bajaran vekirina buroyan, şahî û bername hebûn. Xebatkarên çand û hûnerê ji ber vê yekê bername derxistin. Di lêpirsînê de xebat û kelecana gel wek sûc hatiye nîşandan. Hunermend bi vî rengî hatin sûcdarkirin, hiqûqnasan re jî hat gotin hûn bêyî vekaletan çima tevlî dozan bûne û ji bo xebatkarên me yên partiyê xebatên siyasî bû sedema sûc." girtin.”   ‘Biryarên dozger û dadgeran diyar in'    Pero, destnîşan kir ku îktîdar di her operasyonê de kotayekî datîne û wisa operasyonê pêk tîne û wiha axivî: “Operasyona ku li Enqereyê pêk hat zêdetir jin hatine binçavkirin. Di doza Kobanê de jî dîsa hejmara jinan zêde bû. Di vê operasyonê de jî dîsa herî zêde jin û xebatkarên çapemenî bûn. Çapemenî ji ber heqîqetê ku nivîsîn hatin binçavkirin û girtin. Wekî ku rojnameger got ‘Çapemeniya dê teqez bi ser keve û faşîzîm dê binkeve’. Ew bigirin û negirin jî di destên me her yekî de telefon hene. Ji ber vê yekê dê heqîqet her gavê derbikeve holê û tu kez nikare pêşiya heqîqetê bigire. Medyaya alîgîr wekî her carê li ser kare. Ev operasyon berê jî heman senaryo û çîrok bûn. Kengî demek awarte hebe vê demê operasyonek wiha tê kirin. Ji xwe dosyeyên wan diyar in û biryarên xwe dane. Di dadgehan de jî her tişt wek senaryoyan pêk tê. Biryarên dozger û dadgeran ji xwe diyar in.”   'Serkeftin ya gelê me ye’   Pero, diyar kir ku di operasyonên KCK’ê de dîtine ku çawa dewletê tola xwe girtiye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi şaredariyan, Gelê Kurd bi ser ket. Rêvebiriya herêmê ket destên Gelê Kurd. Ji ber vê yekê jî tola xwe bi vê awayî girtin. Wê demê jî operasyonên KCK’ê destpêkirin heta kesên ku li ber deriyên avahiya partiya me de derbas bûne û yên ku deng dabûn partiyê jî hatin binçavkirin. Ji ber vê yekê jî bi hezaran kes hatin girtin. Wek qûmpasa feto pêk anîn. Niha jî qûmpasa Soylu û komên wî pêk tên. Bi van operasyonan dixwazin ser bikevin. Lê ew bi van operasyonan teqez nikaribin bi ser kevin. Gelê Kurd tu carî li hember operasyon û qirkirinan serî netewandine. Gelê Kurd tu carî ji sekna xwe gav paşve neavêtiye. Îro jî ev operasyonê li ser Partiya Çep a Kesk, li ser çepên şoreşger didin meşandin. Bi van operasyonan dixwazin kurdan tenê bihêlin. Armanca wan ew e ku hemû kesî ji me dûr bixînin. Serokwezîrê Karê Hûndir dibêje ‘Ger em bi ser nekevin wek darbeya 15’ê Tirmehê bikin’. Dibêjin ger ku AKP sedî 50-60 negire dê qiyamet rabe. Ger ku îktîdar bi ser keve dê qiyamet rabe. Lewra jî divê teqez ev îktîdar têk biçe. Ji bo pêşeroj, jin, ciwan û Tirkiyeyek demokratîk vê îktîdarê têk bibin. Ji ber vê yekê jî ev operasyon me paş naxîne. Karên me berdewam dikin. Çapemenî, çand û hûner li ser piyan e. Şûna her hevalekî em bi sedan tijî bikin. Serkeftin dê ya gel û partiya me be.”      ‘Bi operasyonan dixwazin peyamê bidin gel'    Namzeta Partiya Çep a Kesk Bêrîtan Guneş jî daxuyand ku ew dewletê baş nas dikin û da zanîn ku kengî îktîdar di nava gumanan de dimînin berê xwe didin êrişan û êrişê Gelê Kurd dikin. Bêrîtan, bi lêv kir ku ev operasyonên qirkirina siyasî jî di nav xwe de dihewîne û wiha pê de çû: “Dixwazin vîna gel bi operasyonan, girtinan, zindanan û êrişan têk bibin. Hemû hilbijartinan de ev operasyonên siyasî didin meşandin. Lê vê carê ji ber ku ev hilbijartin hilbijartinek dîrokî ye zext û zordariyên xwe zêdetir kirine li ser Gelê Kurd. Dixwazin karên antîdemokratîk li ser vê hilbijartinê zêde bikin. Ji ber ku ew jî zanin ku ger bi vê awayî nebe dê nikaribin bi ser kevin. Ji ber vê yekê ew şereke derûnî jî li ser me didin meşandin û bi vê yekê dixwazin peyamekî bidin gel."   'Êdî dema guherînê hatiye'   Bêrîtan, diyar kir ku gel êdî ji îktîdarê eciz bûye, êdî dem dema guhertinê ye û wiha bi lêv kir: "Şer ne bi tenê yek aliye, gelek aliye. Ji ber vê yekê jî şerek civakî û derûnî dixwazin didin meşandin û dixwazin gel bitirsînin. Lê gel natirse. Têkoşîn ji van zext û zordariyan mezintir e û dê her gavê mezintir jî bibe. Kar û xebatên me her dem didome û dê bidomin jî. Ew her çixwasî zextên xwe zêde bikin, em ê jî xebatên xwe zêdetir bikin. Ew dixwazin me bitirsînin, lê em bi hêztir dibin. Ev îktîdar êdî dema xwe tijî kiriye û dem dema guhertinê ye."   'Dê xwedî li hêviyê derkevin'   Bêrîtan, di dawiya xaftina xwe de wiha bang li gel kir: "Li dijî operasyonan em ê xebatên xwe bimeşînin. Di hilbijartinê de em ê li Mêrdinê 6 parlamenter  derxin û bersivek xûrt bidin wan. Gel bi kelecanek mezin me hembêz dike. Sekna Mêrdînê ya ji bo guhertinê diyar e. Em ê bi vînek mezin biçin ser sindoqan. Her wiha ez bang li hemû kesî dikim ku her denge hêviyeke û hewceye xwedî wê hêviyê derbikevin.”