Jinên Silopyê: Jin dê bi dengên xwe aştî û wekheviyê bînin 2023-05-03 09:04:45   Sema Çaglak   ŞIRNEX - Jinên Silopyê derheqê rojeva hilbijartinê de axivîn û destnîşan kirin ku jin dê bi dengên xwe aştî û wekheviyê bînin vî welatî.   Partiya Çep a Kesk ku xebatên xwe yên ji bo hilbijartina 14’ê Gulanê ya Giştî û Serokkomariyê bênavber berdewam dike, di çarçoveya xebatên xwe de cûrbecûr bername û mîtîngan li dar dixe. Xebatên partiyê ji hêla gel ve bi coşekê mezin tên pêşwazîkirin. Jinên Silopyayê jî derheqê hilbijartinê de axivîn.   Gulbahar Aslan, destnîşan kir ku ew di hilbijartinê de ji bo mafê azadiya zimanê xwe dê deng bi kar bînin û got: “Zimanê me kurdî ye, em kurd in û nasname û hebûna xwe dixwazin. Ji ber vê em ê dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk. Partiya Çep a Kesk wekheviyê dixwaze û mafên hemû gelan diparêze. Di meclîsê de jî wê jin dengên xwe bilind bikin û dengên jinan bigihênin bigihînin herderê. Gava em dibêjin 'Jin Jiyan Azadî' ev ji bo me ne tên dirûşmeyek e. Ev di heman demê de arstiyeke. Dema jin destê xwe bidin hev dê bi ser kevin. Lê desthîlatdar ji hêza jinê ditirse.  Jin dixwaze li her qadên civakê rengê xwe nîşan bide.”   ‘Em ê dengê xwe bidin xwe’   Fatma Tabak jî diyar kir ku divê kurd di nav xwe de bibin tîfaq û wiha axivî: “Erdogan vê carê dê têk biçe, em ê bi ser kevin. Bila ev kesên xayîn ji nav kurdan derbikevin û kurd tîfaqa xwe çêbikin. Divê deriyê zindanan vekin. Ev sal sala serkeftin û aştiyê ye. Gava em bi serketin wê ji bo gelê me demokrasî were. Divê em dengê xwe bidin xwe ango dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk.”   ‘Jin dê bi dengên xwe aştî û wekheviyê bînin’   Eylem Dadak jî anî ziman ku jin her diçe hêza xwe zêetir nîşan didin û got: “Em ê jin bi dengên xwe aştî û wekheviyê bînin. Em êdî zilm û zordestî û qirkirina jinê qebûl nakin. Em hene û em ê hebin. Em dengê xwe dê bilindtir bikin. Em bi hêviya serkeftinê ber bi hilbijartinê ve diçin. Dema ku em jin bi hev re bin û dengê xwe bikin yek em ê bi ser kevin.”   Emîne Yaliç jî got: “Gelê Kurd li her deverên cîhanê aştî û azadiyê dixwaze. Em azadiya serokê xwe û girtiyên xwe dixwazin. Em dixwazin li ser axa xwe jiyanek azad bijîn.”     ‘Jin natirsin’   Herî dawî jî Nuriye Uca axivî û diyar kir ku jin êdî natirsin û got: “Jin û dayik wê serkeftinê bînin. Em êdî natirsin û dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Bila girtiyên me jî serbest werin berdan û rêya aştiyê vebe.”