Armanca îdianameya der barê Aysel Tugluk de çavtirsandin e 2023-05-03 09:03:41   ÎZMÎR - Jinên der barê îdianameya nû ya der barê Aysel Tugluk de hatiye amadekirin de axivîn, diyar kirin ku armanc çavtirsandine û di îdianameyê de wesfên hiqûqî tune ne.   Siyasetmedar Aysel Tugluk ya di 2016’an de hat girtin û du sal berê teşîsa demansê lê hat kirin  di 27’ê cotmehê de bi rapora ATK’ê hat berdan.  Lê di rojên borî de der barê Aysleê de îdianameyek nû hat amadekirin û ji ber îfadeya ku Turgut Taşkiran ya di 17’ê Çileyê 2021’ê de dabû Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê ji bo Ayselê di navbera 7 sal, 6 meh û 15 aslan de ceza hat xwestin. Di îdianameya hat amadekirin de hat xwestin ku ev îdianame û dosya li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê der barê Aysel Tugluk de hatiye vekirin bibin yek. Ev daxwaz ji aliyê dadgehê ve hat qebûlkirin. Jinan der barê mijarê de ji ajansa me re nirxandin kir.   ‘Aysel Tugluk di hedefa rejîmê de ye’   Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay da zanîn ku Aysel Tugluk di siyaseta Kurd de xwedî cihekî girînge û ji bo aştî û demokrasiyê têkoşînek mezin daye. Serpîlê ev tişt bi lêv kir: “Aysel ji aliyê rejîma otorîter ve hedef hatiye girtin. Ayselê ji dozekê ceza girt û dadgeriyê ew ceza erê kir. Heta îro tevî ku Aysel di siyaseta demokratîk de cih digirt, bi sûcariya endamtiya rêxistinê hat sûcdarkirin”   ‘ATK’ê biryarên siyasî dan’   Serpîlê balkişand ser pirsgirêkên tenduristiyê yên Aysel dijî û wiha bi lêv kir: “Ji serê sala 2021’ê de teşîsa demansê lê hat danîn. Piştî teşhîsê gelek dem hat windakirin. ATK’ê bi hincetê vala biryar dan. Biryarên siyasî dan. Li gorî tipe biryar nehatin dayîn. Tevî hewldanên me yên bi israr biryarên dikare girtî bimîne dan. Lê di encama zextên rayagiştî de hat berdan. Lê hîna jî hinek aliyên ku ji vê nerehet dibin hene. Dixwazin tolê hildin. Li girtîgehan gelek girtiyên nexweş hene. Piranî jî girtiyên siyasî ne. Ji aliyê heman zîhniyetê ve tên girtin û cezakirin. Niha hewl didin Ayselê dîsa bigirin. Bi îdianameyên nû hewl didin vê bikin. Li dijî van biryarên siyasî wê têkoşîna me bidome.”   ‘Jinan bi polîkayên îmha û înkarê re tînin rû hev’   Ji Platforma Girtiyên Nexweş û Endama Piştevaniya Mor Dîdar Gul jî daxuyakirin ku li ser jinan polîtîka înkar û îmhayê tê meşandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em niha vê li ser Aysel Tugluk dibînin.Aysel Tugluk bi salan girtî maye. Di dema cenazêyê dayika wê de pêkanînên dijmirovahî hatin kirin û piştî vê nexweşiya wê pêş ket. Hat asta ku nikare jiyana xwe bidomîne. Me parêzvanên maf, rêxistinên jinan û hevalên Ayselê dengê wê bilind kirin. Bi salane em hewl didin dengê wê bilind bikin. Di vir de pratîka ku hêdî hêdî qetil bikin heye. Hewl didin Ayselê qetil bikin û em destur nadin vê. Dereng be jî me ew ji girtîgehê xilas kir.”   ‘Em ê têkoşînê bidomînin’   Dîdarê wiha dawî lê anî: “Îfadedayîn û îtîrafkarî bûye polîtîka esas a dewletê. Mirov bi daneyên vala digirin. Îro tişta li Ayselê tê kirin jî ev e.  Roja Aysel hat berdan Şebnem Korur Fîncanci hat girtin. Dema Aysel hat berdan hevalên me yên rojnameger hatin binçavkirin û girtin. Bi vê hewl didin çav bitirsînin. Tevî vê em ê ji bo Aysel û girtiyên nexweş têbikoşin.”   ‘Şahid navê Ayselê ji polîsan fêr bû’   Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Şukran Ozturk jî daxuyakirin ku îdianameya hatiye amadekirin li gorî hiqûqê nehatiye amadekirin û wiha vegot: “Şahid di îfada xwe de dibêje piştî birîndar dibe leşkerênTirk wî dibin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê û ya diçe serdana wî Aysel Tugluk bûye û dibêje navê wê jî ji polîsan fêr bûye. Şahid dibêje ew Aysel Tugluk nas nake. Der barê endamtiya rêxistinê ya tê îdiakirin de tu sûcdarî tune ye. Kes birîndar bûye û teslîmê leşkerên Tirk hatiye kirin. Wê demê îfada leşkerên Tirk divê bê girtin. Kîne ev leşker, ew jî gelo alîkarî didin? Di vê îdianameyê de pirsên bê bersiv dertên pêşberî me.  Ji bo nexweşiya Ayselê li ser çapemeniya civakî kampanyayên xurt hatin meşandin û bang hatin kirin.  Xuyaye vê hinek alî nerehet kirine.”