Pervîn Buldan: Gelê me wê demokrasiyê tercih bike 2023-05-02 18:44:09     KOCAELÎ -  Partiya Çep a Kesk di çarçoveya xebatên xwe de li Kocaeliyê mîtîng pêk anîn. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di mîtîngê de axivî û diyar kir ku gel ji ber hewcedariya demokrasî, azadî, edelet û aramiyê wê demokrasiyê tercih bike.   Partiya Çep a Kesk li Kocaeliyê mîtîng pêk anî û Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, Hevberdevkê HDP’ê û namzetê Partiya Çep a Kesk Cengîz Çîçek, serokê giştî yê EMEP’ê û namzetê Partiya Çep a Kesk  Ercument Akdenîz wê tevli mîtîngê bûn. Mîtîng bi stranên NÇM’ê  û govendê dest pê kir. Namzetan gel silav kir.   Omer Faruk Gergeroglu ewil axivî û diyar kir ku wê hemû kes 14’ê Gulanê hîn bêtir kêfxweş be û du hevkar jî wê gelek xemgîn bibin û hevkar jî Erdogan û Bahçelî ye. Omer Faruk daxuyakirin ku   wê gel 14’ ê Gulanê de bersiva wan bide û daxuyand ku ew gelek ditişin û wê ji vê tirsê jî xilas nebin.   Em ê 15’ê Gulanê de govenda azadiyê bigerînin   Cengîz Çîçek jî di axaftina xwe de gel silav kir û bertek nîşanê ku AKP-MHP’ê peywirdarên cemawerî tevli xebatên hilbijartinê kiriye, da û bi lêv kir ku li dijî faşîzmê dîsa ew û serkeftin. Cenzgîn diyar kir ku wê 15’ê Gulanê de govenda azadiyê bigerînin.    Ercument Akdenîz jî wiha got: “Kiliçdaroglu îro li Wanê ye. Me got deng ji Birêz Kiliçdaroglu re ye. Ji ber ku got ez Elewî me hat lînçkirin. Ji ber vê em jî dibêjin em hemû Elewîne. Demîrtaş ji ber got ez Kurdim hat girtin. Em hemû dibêjin em Kurdin. Em ê hemû ji vê pergalê re bêjin êdî bes e û em vê zînihetê çalê sindoqan bikin.   Pervin: Em bi gele Kocaeliyê bawerin   Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan jî axivî û diyar kir ku wê bi vê coş û biryarê biçin 14’ê Gulanê û got: “Em bi gele Kocaeliyê bawer dikin. Parlamenterek têrî Kocaeliyê nake. Hewcedariya we zêdetir bi nûneriya wekhev heye.Her kes Partiya Çep a Kesk dipirse. Dibêjin çima Çep a Kesk. Di encama dozên kumpasê de me xwest em HDP’ê bê alternatîf nehêlin. Gel wê 14’ê Gulanê de mohra xwe li Çep a Kesk bixe. Em ê AKP-MHP’ê bikin partiya tabelayê. Em soz didin we. Ne tenê li Kocaeliyê li her derê Tirkiyeyê pisgisrêka aboriyê heye. AKP nizane ku hun nikarin nan bibin malên xwe. Ji ber derdekî wan yê debarê tune. Yaken derde wan alîgir û çeteyên wan e.”   ‘Tirkiyeyê biryara xwe daye’   Pervînê daxuyakirin 21 sale ev desthildarî vî welatî bi rêve dibe û wiha daxuyand: “AKP wekê ku cara yekeme tê vê desthilatdariyê sozan dide. Lê Tirkiye derewên baş baş dizane. Kes gotinên wan êdî esas nagire. Bawer nakin.  Gel îro li dijî xizanî û birçîbûnê têdikoşe.  Nikarin kartol û pîvazan bigirin. Ew ejî dibêjin ‘Em dibêjin togg ew dibêjin kartol û pîvaz.’ Belê ev gel nikare li malên xwe xwarinê çêbikin. Pereyê wan yên TOGG bigirin tune. Ew heta dikarin bila derewan bikin, sozan bidin. Tirkiyeyê biryara xwe daye. Em niha bi hedefa  100 parlamenterî diçin meclîsê. Ji bo faşîzm têk biçe em ê dengên xwe bikar bînin. Ez bawer dikim ku gelê me ji ber hewcedariya aramî, azadî edeletê wê demokrasiyê tercih bike. Gotinên Erdogan piştguh bikin. Mohra xwe li bin dara Partiya Çep a Kesk bidin.”