Li Deştadarê ji bo Partiya Çep a Kesk eleqe zêde bû 2023-05-02 15:37:06   ŞIRNEX - Partiya Çep a Kesk li bajarokê Deştadarê ji gel re şahî li dar xist. Gel eleqeyek mezin nîşanî şahiyê da.   Partiya Çep a Kesk di çarçoveya xebatên xwe yên hilbijartinê de li bajarokê Deştadarê yê navçeya Hezex a Şirnexê şahî li dar xist. Namzeta Partiya Çep a Kesk Ayşegul Dogan, Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Bajarê Şirnexê, Rêxistina Partiya Çep a Kesk ya navçeya Hezexê û gelek kes tevli şahiyê bûn.   Di şahiyê de zêdebûna jin û ciwanan bal dikişand. Gelek caran dirûşmên “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin.   Piştî deqîqeyek rêzgirtinê şahî bi axaftina namzet Ayşegul Dogan berdewam kir.      ‘Em ê bi hev re biguherînin’   Ayşegul diyar kir ku hêza wan a guhertinê heye û got: “Qedera kurdan ne bindestî û xizanî ye. Rêyekê nû divê. Em ji bo mafê hebûn, nasname û zimanê xwe bi hev re dikarin biguherînin. Em ê pergalekê nû ava bikin. Ji bo bi hev re biguherînin em ê derîyek nû yê jiyanê vekin. Em rêya diyalogê û aştiyê diparêzin. Hewildan û xebatên me di vî warê de ne.”   Piştî axaftinan şahî bi govendê bi dawî bû.