Ji bo 1'ê Gulanê li taxa Şêxmeqsûdê şahî hat lidarxistin 2023-05-02 09:23:48   HELEB - Bi dirûşma "Em 1' ê gulanê li kedkarê yekem Rêber Abdullah Ocalan pîroz dikin" şahîya 1'ê gulanê roja karkerên cîhanê li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê ji aliyê Şaredariya gel û Saziyên civaka sivîl ve li qada cebanat a ku dikeve milê Şerqî hat lidarxistin.   Bi dirûşma "Em 1' ê gulanê li kedkarê yekem Rêber Abdullah Ocalan pîroz dikin" şahîya 1'ê gulanê roja karkerên cîhanê li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê ji aliyê Şaredariya gel û Saziyên civaka sivîl ve li qada cebanat a ku dikeve milê Şerqî hat lidarxistin.   Bi amedebûna saziyan, meclîsên taxê partiyên siyasî û gelê taxê 1'ê Gulanê hat pîrozkirin.    Piştî deqeyeke rêzgirtin axaftin ji aliyê Endama Saziya Civaka Sivîl Zozan Dehar ve hate kirin. Zozan di destpêka axaftina xwe de wiha anî ziman û got: “Em 1'ê gulanê roja kedkarên cîhanê û roja yekîtî û têkoşîna çîna kedkaran li hemû karkeran pîroz dikin. Di vê rojê de ya herî girîng ew e ku em û hemû karker destê xwe bidin hev û dengê xwe bikin yek. Ji bo karkeran em hezkirineke bêhempa û rêzdariyeke ji dil diyarî wan dikin û dibêjin hezar silav ji were ey avasazên welat ên ku bi xebata xwe têkoşîna pîroz didin meşandin."   Zozan di dawiya axaftina xwe de wiha destnîşan kir û got: "Dewlet, desthilatdarî li ser keda me keda kedkaran xwe didin avakirin lewma di destpêkê de jin û piştre civak bûye qurban. Loma em ê têkoşîna xwe mezin bikin."   Li dawiyê şano û komên bazdanê û ya stranan hat pêşkêşkirin her wiha bi gerandina govendê şahî bi dawî bû.