Gundiyên Şexborê 6 sal in bi nediyarbûnê re rûbirû ne 2023-05-02 09:03:34   Dîlan Babat    SEMSUR - Şêniyên gundê Şêxborê ku li gel nerazîbûna wan beriya 6 salan li gundê wan dest bi çêkirina bendavê hat kirin, îdia dikin ku qadên ji wan re hatine nîşandan jî firotine Cengîz Holdîngê. Li gundê ku tenê çavkaniya debarê tutine êdî ew jî nema dikare bê çandin û xanyan jî ji ber erdhejê zerar dîtine.     Sêmsûr yek ji wan bajaran e ku piştî du erdhejên mezin ên navenda wan Mereş di 6'ê Sibatê de bi nandor bû û zerareke mezin lê bûye ye. Li Sêmsûrê ku gelek navçe û gundên wê ji ber erdhejê zerarek mezin dîtin, ji sala 2017’an û vir ve wêrankirina ekolojîk jî dewam dike. Bi erdhejê re li gundê Şêxbor ê ji 60 malan pêk tê ku yê Semsûrê ye tenê 43 mal sax mane. Welatiyên gundê ku ji bo 17 malan biryara rûxandinê hat dayîn, bi pirsgirêka bendava ku 6 sal berê dest bi çêkirina wê hatibû kirin û nîvco hatiye hiştin re rû bi rû ne. Ne tenê Şexbor, gundên Gökçay û Bağlıca jî di bin metirsiya binavbûnê de ne.   6 sal e nediyariyek heye   Ji sala 2017’an ve çêkirina bendava navborî dest pê kiriye, çandiniya tûtinê ku debara jiyana şêniyên Şexbor e jî hatiye qutkirin. Welatiyên ku 6 sal in bi soza "Em ê ji bo we qadekê veqetînin, hûn ê li wir bi cih bibin" tên xepandin, destnîşan kirin ku eger bendav bê çêkirin dê gundên wan bikeve binê avê. Li gel hemû nerazîbûnan ??yek gav jî nehat avêtin û vê carê jî tê îdîakirin ku gelek qadên ku welatiyan xwestine li wan bi cih bibin ji firotine Cengîz Holdîngê.   'Ji ber bendavê ji bo gund tiştek nayê kirin'   Ji şêniyên Şexborê Turkan Yoldaş bi bîr xist ku ji sala 2017’an û vir ve ji wan re tê gotin ku dê li herêmê bendav bê çêkirin û diyar kir ku di ser wê rojê re 6 sal derbas bûne û vê carê jî nikarin xaniyên xwe yên ku ji ber erdhejê zirar dîtne ava bikin. Turkan got, “erdhej çêbû, mala min hilweşiya. Mala ku ez tê de me hinekî xera bûye, lê em nikarin dîsa têkevin hundir. Ji ber bendavê ji bo gund 6 sal e tu tiştek nehatiye kirin. Em nizanin dê gund me bi ku de bibin. Me li Sêmsûrê xanî kirî, lê ji ber erdhejê zerar dît. Em ditirsin ku em bikevinê."   6 sal ne diyar   Turkanê ku debara wê bi çandiniya titûnê ye, anî ziman ku ji ber bendavê nikarin titûnê hilberînin û got, “Ji ber ku cihê me nayê zanîn em nizanin. Axa ku em lê ji dayik bûne di bin avê de ye, ji bo me jî zehmet e. Ev şeş sal in em bi vê nezelaliyê re rû bi rû ne. Bi rastî, debara me bi vî rengî nabe. Em nizanin çi bikin, "   'Em nikarin daran jî biçînin'   Kadriye bertek nîşanî gotina ku hatiye gotin wê ji bo wan cihek bê vqetandin û çima nehatiye veqetandin da û ev tişt got, "Yoldaş ku mala wê ya li Sêmsûrê ji ber erdhejê hilweşiya, diyar dike ku mala wê ya li gund xera nebûye, lê bi çêkirina bendavê re wê mala wê di bin avê de bimîne. Kadriye got, “Bi salan e herêmek ku em lê bi cih bibin nîşan nadin. Em nizanin em diçin ku derê. Wê av bê û em ê di bin avê de bimînin, em di wê rewşê de ne. 21 sal in dibêjin bendav tê çêkirin. Cih nîşanî me nedan, dest bi çêkirina bendavê kirin, ew jî nîvco hiştin. Me îtîraz kir, lê em bi ser neketin. Ev gund li ber lehiyê biçe jî em nizanin em ê biçin kuderê. Ev gund vala ye, ne darek me ya fêkî heye û ne jî em dikarin darekê biçînin.”   'Em bendavê naxwazin'   Kadriye, bertek nîşanî vê nediyarbûnê da û got,"Soza dan ku ji me re cihek wê veqetînin, lê nekirin. Em naxwazin bendav bê çêkirin. Gundê me pir xweş e. Mala me li Sêmsûrê xera bû, lê tiştek bi xaniyê me yê gund nehat. Hewa gund xweşe. Axa wê bi berket e. Tu çi biçînî berhem dide ji ber ku axa gund guncav e. Debara me bi tûtinê ye. Ger dewlet destûrê bide em difroşin, ger nede jî di dest me de dimîne."