Ji bo bloka AKP-MHP’ê peyam: Dawiya rê hat dîtin 2023-05-01 09:04:47     Melek Avci   ENQERE - Namzeta Partiya Çep a Kesk a Enqereyê Hatîce Goz der barê operasyonên deshtilatdariyê de axivî û got: “Êrîşan zêde dikin lê ev ne xilasiya wan e. Tu tişt wê pêşî li tirsa wan negire. Ev gel bi biryare. Wê ew biçin, bên darizandin, hesab bidin û em ê têkoşîna xwe ji bo vê bidin.”   Ji hilbijartinên 14’ê  Gulanê re demek kurt ma û xebatên Partiya Çep a Kesk li her derê didomin. Li aliyê din jî  navenda wê Amed li 21 bajarî operasyona qirkirina siyasî pêk hat û rojnameger, siyasetmedar, hunermend û parêzer jî di nav de bi sedan kes hatin binçavkirin. 48 kes jî li ser îfadeyên îtîrafkar Umît Akbiyik hatin girtin.Namzeda Partiya Çep a Kesk a Enqereyê Hatîce Goz pêvajo nirxand û diyar kir ku ev operasyon wê li pêş wan nebin asteng.   Hatîce Goz kî ye?   Hatîce Goz ku namzeta partiya Çep a Kesk a herêma yekemîn a Enqereyê ye, bi salan di tevgera sosyalîst-femînîst de xebat meşand. Hatîce sedema cihgirtina di Partiya Çep a Kesk de jî wiha vedibêje: “Hemû têkoşîn ligel hevin û baweriya ku komarek demokratîk ava bike dide. Ev cih jî Partiya Çep a Kesk e. Ji ber vê li vir im.”   Hatîceyê diyar kir ku xebatên hilbijartinê li her derê dimeşînin û diçin her derê û got: “Pêvajoyek hilbijartinê heye. Em ê xebatên xwe bi 1’ê Gulanê tacîdar bikin. Piştre jî em ê nûneriya Tifaqa Ked û Azadiyê li parlamentoyê xurt bikin. Em ê têkoşîna xwe ya rêxistinkirî xurt bikin. Li kolanê kelecan û bendewariyek mezin heye. Ev 20 sale ev civak ji desthilatdariyê bêzar bûye. Partiya Çep a Kesk hêvî û kelecanê dide gel. Em jî hewl didin bibin kedkarên vê. Hêviya me ev e ku di 14’ê Gulanê de faşîzm têk biçe.”   ‘Jinan têkoşîna xwe mezin kir’   Hatîceyê diyar kir ku Partiya Çep a Kesk li dijî tifaqên dijminê jinê partiyeke ku jinê esas digire ye û got hemû  siyaset û desthilatdariyên Tirkiyeyê xwedî nêrîneke ku têkoşîna jinê nabîne ne. Hatîceyê wiha dirêjî dayê: “Sermaye keda jinê hebûna jinê bedena jinê binpê dike. Li her derê zext li ser jinan tê kirin.  Peymana Stenbolê hat fesihkirin û em bi desthilatdariyek ku dijminê jinê ye re rû bi rû ne. Li dijî tifaqa dijminahiya jinê dike Partiya Çep a Kesk û têkoşîna jinê heye. Partiya ku herî zêde namzetên jin nîşan daye Partiya Çep a Kesk e.  Ev ne tesaduf e. Ji ber ku ev partî ji tevgera jinan xwedî dibe.”   Tirsa windakirinê   Hatîceyê balkişand ser operasyonên qirkirina siyasî û wiha domand: “Ev êrîş tirs û hêrsa desthilatdariyê ya windakirinê nîşan dide. Hatin dawiya rê. Ji ber vê jî tirs û hêrsa wan her diçe zêde dibe.  Ji bo vê jî êrîşî her derê dikin. Hewl didin îradeya gelê Kurd xesp bikin. Me mînakên vê berê pir dîtibûn.  Lê ev êrîş wê nebin xilasiya wan. Ji ber ku ev gel bi biryar e. Em niha hemû bi hev re ji bo welatekî demokratîk ava bikin di nokteyeke girîng de ne.Ji bo avakirina komareke demokratîk jî navnîşan Partiya Çep a Kesk e. Ez bang li hemû kesî dikim.Werin em  têkoşîna xwe di bin banê Partiya Çep a Kesk de bidin û em bi hev re bi ser kevin.”