Li Mêrdîn û navçeyên wê coşa hilbijartinê 2023-04-30 21:50:40     MÊRDÎN - Partiya Çep a Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Mêrdîn û navçeyên wê bê navber xebatên xwe dimeşîne.    Partiya Çep a Kesk di çarçoveya hilbijartinên 14'ê Gulanê de xebatên xwe didomîne. Di çarçoveya xebatan de li gund, kolan û taxan xebat hatin meşandin.   Dêrîk   Li Dêrîkê namzet Kamuran Tanhan, Hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Bêrîvan Guneş û rêxistinên Partiya Çepk a Kesk û HDP’ê yên Dêrîkê Çûn serdana gundan. Partiyan serdana gundê Sadan,Germik, Susik, Girêsor, Remok, Xanîka, Meşkîna, Kizil, Bedras, Xirabreşê, Xirbêelî, Kelek, Şêb, Çildiz û Dêraçolê kirin. Serdanê gund wek mîtîngê derbas bûn. Jinan bi alên kesk, sor û zer heyet pêşwazî kir. Li her gundê bi coşek mezin govend hat gerandin.    Banga ji bo mitîngê   Namzet Kamuran Tanhan ku li gundan axivî û bal kişand ser girîngiya hilbijartinê û got ew dixwazin 6 namzetên xwe jî bişînin meclîsê. Kamuran, daxuyand ku ji hilbijartinê re du hefte maye û bi lêv kir ku ji bo Kurdistanek azad pêwîste vê desthilatdariyê bişînin. Kamuran, destnîşan kir ku di 8’ê Gulanê de li navçeya Artukluyê ji bo hilbijartinê dê mitîng bê lidarxistin û bang li  hemû gelan kir ku tevlî bibin. Kamuran, destnîşan kir ku hemû kes divê roja hilbijartinê xwedî sindoqên xwe derbikevin û 15’ê Gulanê de bi hevre pîrozbahiyê bikin.       Şemrex    Li Şemrexê bi tevlîbûna Hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê Bêrîvan Bahçecî û rêxistinan jinan a navçeyê û gelek jinan ve li Taxa Qesrîkê hevdîtina jina pêk hat. Di hevdîtinê de Bêrîvan axivî û balkişand ser polîtîkayên şer ên taybet ên li ser jinê û got ku lîstokên qirêj li ser jinan didin meşandin. Bêrîvanê,  her wiha destnîşan kir ku her roj jin ji aliyê pergala serdest ve tên qetilkirin û bi lêv kir ku kiryar ji aliyê desthilatdariyê ve tên parastin.    Bername bi dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî"bi dawî bû.    Her wiha li gundên Şebeke, Melebiyê, Golikê, Xirbê Ezîm, Xirbê Bira û Mendêla jî bi tevlîbûna partiyiyan serdan hat kirin.     Qoser    Li Taxa Heşerî ya Qoserê jî bi tevlîbûna aktîvîstên TJA, Partiya Çep a Kesk, HDP'ê û gelek jinan civîna jinan hat lidarxistin. Her wiha piştre bi tevlîbûna Hevşaredara Bajarê Mezin ê Mêrdînê yê ku şûna wî qeyûm hat tayînkirin Ahmet Turk ve vekirina buroya hilbijartinê hat kirin.    Nisêbîn   Li Nisêbînê jî bi tevlîbûna namzet Bêrîtan Guneş, rêxistinên Partiya Çep a Kesk û HDP'ê serdana esnafan û jinan hat kirin. Di dema serdanê de mînaka pûsûlaya deng bikaranînê nîşanê gel dan ku çawa dê bikarbînin.    Stewrê   Li gundên Dengiza Kuneferê ya Stewrê jî bi tevlîbûna namzet Leyla Kaya û rêvebiriya Partiya Çep a Kesk re civîna jinan hat lidarxistin. Li vie jî bal kişandin ser pirsgirêkên jinan û gotin ji bo çareseriyê divê jin sindoqan de bersiva xwe bidin.