'Ez ji bo têkoşîna li dijî qirkirina li ser jinê deng dixwazim' 2023-04-30 09:03:15   Şehrîban Aslan   ÊLIH - Namzeta Partiya Çep a Kesk a Êlihê Nurten Ertugrul da zanîn ku heta pirsgirêka Kurd çareser nebe tu pirsgirêk çareser nabin û got: “Wek jinek Kurd ji bo li dijî qirkirina li ser jinan têbikoşim ji Êlihiyan dengan dixwazim.”   Ji hilbijartinên dema 28’an a serokomarî û parlamenteriyê re hindik ma û Partiya Çep a Kesk xebatên xwe bê navber dimeşîne. Partiya Çep a Kesk di lîsteyên xwe de ji sedî 45 cih da jinan. Ji namzetên Êlihê du heb jin in. Nurten Ertugrul di rêza 4’an de cih digire. Nurten ji Çewlikê ye û beriya Partiya Çep a Kesk di rêxistinên civaka sivîl de têkoşîn daye, wek endama Lijneya Şêwirmendiya HDP’ê xebat meşandiye û niha jî namzeta Partiya Çep a Kesk e.   ‘Li ser jinan polîtîka tên meşandin’   Nurten diyar dike ku bajarê lê hatiye dinê û bajarê lê bûye namzet ji hev cuda bin jî pirsgirêkên wan dişibin hev û wiha daxuyand: “Tiştên li Çewlîkê tên jiyîn li vir jî tên jiyîn. Tiştên li vir tên jiyîn li Tirkiyeyê tên jiyîn. Jin û zarok tên qirkirin. Yek ji sedemên vê jî polîtîkayên şerê taybet e.”   Tabloya qirkirina li ser jinê   Nurtenê di berdewamiyê de diyar kir ku destilatdarî û partiyên pê re tifaq kirine li ser jinan siyasetê dikin û wiha dirêjî dayê: “Di esasê de ev ne pêvajoyek 21 salî ye. Ji dema komarê heta niha ev pêvajo tê. Gotin mafê jinan, gotin jinan maf bi dest xistin, di alî jinan de profîlek derxistin. Lê niha jin tên astengkirin. Em li meclîsê binêrin, profîla jinê ya ku entegreyê zîhniyeta serdest a mêr bûye heye. Di 21 salan de  bi hezaran jin hatine qetilkirin. Kujerên jinan tên berdan. Qetilkirina evqas jinî qirkirina li ser jinê ye. Gulistan Doku hîna nehatiye dîtin. Gelo çima nayê dîtin. Li Kurdistanê li dijî kuştina jinan deng dernaxin.”   Pirsgirêka esas a Kurd e   Nurtenê da zanîn pirsgirêka esas a kurd e û wiha dawî lê anî: “Li welat pirsgirêka herî esas pirsgirêka Kurd e. Heta pirsgirêka Kurd çareser nebe welat jî aram nabe. Çareserkirina aborî, siyaset, jin, perwerde û tenduristiyê bi çareseriya pirgirêka Kurd pêkan e. Divê desthilatdariya bê jî vê bizanibe. Em ji bo hebûnê têdikoşin. Ez wek jineke Kurd ji bo li dijî qirkirina jinê têbikoşim ji Êlihiyan dengan dixwazim.”