‘Li Qersê guherîn şert e’ 2023-04-29 09:20:28     Rahîme Tekîn   QERS - Ji hilbijartinên giştî re demek kurt ma û li Qersê jî xebatên hilbijartinê bê navber tên meşandin. Jinên Qersê diyar kirin kirin ku guherîn şert e.   Ji hilbijartinên herêmî re demek kurt ma û gelên Kurdistan û Tirkiyeyê di her alî de bertekên xwe li dijî desthilatdariyê tîne ziman. Jinên ku herî zêde ji van polîtîkayan bandor dibin di her derfetê de bertekên xwe tînin ziman.   Halîme Oluklu diyar kir ku ew vê hilbijartinê cara yekemî denga xwe bikar tîne û bertek nîşanê polîtîkayên heyî dan. Halîmeyê got hem dixwîne hem dixebite û wek xwendekarekî pirsgsirêkên debarê dijî û wiha dirêjî dayê: “Enflasyon gelek bilinde. Çareserî bi zêdebûna hilberînên çandinî pêkane. Li Tirkiyeyê polîtîka çandiniyê qels e. Axa Tirkiyeyê gelek dewlemende. Lê nayên bikaranîn. Em dixwazin çandinî pêş bikeve. Ciwan pêşeroja xwe li derveyê welat dibînin. Nifşê Z wê deshilatdariyê biguherin. Yê ku serokomar bê hilbijartin divê aboriyê baş bike. Ez dixwazim pêşeroja xwe li welatê xwe bibînim. Ez dixwazim karê xwe li welatê xwe ava bikim.”   ‘Heta hawira baweriyê tunebe aborî jî rast nabe’   Funda Koral jî diyar kir ku ji ber aborî gelek xerabe hawira baweriyê jî nemaye û wiha bi lêv kir: “Ez dixwazim li welatekî aram bijîm. Heta ku hawira baweriyê tunebe aborî jî wê rast nebe. Wê guherî ji bo her tişî baş be. Ji ber polîtîkayên heyî bawerî jî nameya. Her roj jin tên qetilkirin. Tundî lê tên kirin. Ez wek jin û dayikekê her tim bi fikarim.”   'Em nikrin kîloyek fêkî bistînin'   Rahîma Dalga jî bertekên xwe yên li dijî zemên tên kirin anî ziman û got: “Em ji ber bihabûnan nikarin tiştekî bigirin. Kîloyek pîfaz 30-40 TL ye. Em bûn 60 salî lê nikarin kîloyek fêkî bigirin. Çi ji destê me tê em dikin lê em nikarin xwe bidin hev. Ez denga xwe nadim serokomarê heyî. Erdogan bû sedema têkçûna me.  Ez êdî guherînê dixwazim.”   'Dengê xwe nedin kesên ku wan dixapînin'   Asiye Gedîklî jî balkişand ser hilbijartinan û anî ziman ku ew kurde wê denga  xwe bida kurdan. Asiyeyê her wiha diyar kir ku ew denga xwe nadin kesên ku wan dixapînin.