Partiya Çep a Kesk li Serhedê xebatên xwe didomîne 2023-04-28 20:26:29   ERZIROM/AGIRÎ- Li bajarên Serhedê xebatên hilbijartiyên yên Partiya Çep a Kesk eleqeyek mezin dibînin û jinan diyar kirin ku wê 14’ê Gulanê de desthilatdariyê bişînin.   Xebatên hilbijartinê yên Partiya Çep a Kesk bê navber didomin. Jin eleqeyek mezin nîşanê xebatan didin. Li herêma Serhedê jî namzet bi gel re tên gel hev û coşek mezin tên pêşwazîkirin.   Agirî   Li Agiriyê xebatên hilbijartinê diodmin. Li navçeyên Hamur, Giyadîn, Bazid û gundên Agiriyê xebat tên meşandin.   Li Bazidê  di çarçoveya xebatan de heyet çûn gundên Xariktan, Bûbo, Yêdîmîlet û Gurgopa. Li Xariktan jinan heyet pêşwazî kirin û dirûşmeyên ‘bijî serok Apo’, ‘jin jiyan azadî’ berz kirin. Li bajar namzetan serdanên xwe domandin û di serdanan de welatiyan diyar kirin ku wê ji bajar her 4 namzetên xwe jî derxin û AKP’ê bişînin.   Erzirom   Li Erziromê jî namzetê Partiya Çep a Kesk Abdurahman Sever û heyeta ligel wî li taxa Palandoken çûn sedana malbat û bazarê. Heyet derî bi derî geriya û Partiya Çep a Kesk da nasîn. Jinan eleqeyek mezin nîşanê heyetê dan. Libajarê jî heyet bi esnaf û welatiyan re hat gel hev û gel diyar kir ku divê ev desthilatdarî biçe.