Bertekên li dijî operasyonên îktîdarê: Em li vir in 2023-04-28 09:20:09     Rojda Aydin   MÊRDÎN - Jinên Merdînê bertek nîşanî operasyonên ku hatin kirin dan, anîn ziman ku ev operasyon li dijî hilbijartinê hatiye kirin û bi lêv kirin ku armanca îktîdarê ew e ku Gelê Kurd serî bitewîne. Jinan, da zanîn ku ew li hember êrişan bi hêztir dibin û gotin “Em li vir in.”     Di 14’ê Gulanê de hilbijartinên Giştî yên ku pêk bên de amadekarî û xebatên ku li aliyek tên kirin, li aliyekî dinê jî îktîdara AKP’ê wekî her hilbijartinê vê hilbijartinê de jî li dijî qadên kurdan operasyonek berfireh li dar xist. Di çarçoveya lêprisîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê de li 21 bajaran der barê 216'an kesan de biryara binçavkirinê hatibû dayîn. Ji van kesan 134 kes hatibûn binçavkirin. Li dijî binçavkirinan di her qadê de bertek mezin dibin. Jinên Mêrdînê jî operasayona ku hatiye kirin şermezar kirin û gotin ew li vir in.      ‘Armanc tirsandina Gelê Kurd e’   Hevseroka HDP’ê ya Nisêbînê Şîndar Akinci, îktîdara AKP’ê û MHP’ê wek “xwînmij” penase kir û got ew îktîdarê ji kiryarên wan nas dikin. Şîndar, diyar kir ku ji ber beriya her hilbijartinê operasyonan li dar dixin ew bendê bûne ku operasyon dîsa bên kirin û wiha got: “Suleyman Soylu li ser medyaya civakî dîmenê operasyona binçavkirî parvekiribû. Di encama vê operasyonê de rojnameger, hiqûqnas, siyasetmedar û hûnermend hatin binçavkirin. Bi van operasyonan dixwazin bibêjin ku dest bavêjin hemû qadên jiyanê yên kurdan. Lê belê em vê bê hiqûqiyê nas nakin. Di asta hebûna xwe de îktîdar tûrên xwe yên dawîn davêje. Em ê wî di hilbijartinê de têk bibin û di sindoqan de biperçiqînin. Armanca wan ew e ku Gelê Kurd bitirsînin. Lê divê bizanibin ku Gelê Kurd heta îro tu carî netirsîne û em ê ji van operasyonên wan jî netirsin. Em dîsa li qadan in û dixebitin. Her wiha divê em vê îktîdarê di hilbijartinê de têk bibin. Ji bo ku em rojên xweş bibînin.”   ‘Rêya me rêya 3’yemîn e’   Hevşaredara Nisêbînê ya ku şûna wê qeyûm hat tayînkirin Semîre Nergîz jî operasyona ku hat kirin şermezar kir û da xuyand ku her çixwasî hilbijartin nêz dibe tirsa îktîdara AKP’ê jî ew qas mezin dibe û bi lêv kir ku îktîdar ji hêza Gelê Kurd û jinan ditirse. Semîre, diyar kir ku îktîdara AKP’ê jî baş dizane ku ew ê di 14’ê Gulanê de têk biçin û wiha pê de çû: “Li gor anketên ku heta îro hatine kirin hejmar û hilbijêrên tifaqa Cûmhûrê roj bi roj kêmtir dibe. Êdî baweriya tu gelan bi wan nayê. Çawa ku beriya her hilbijartinê operasyon tên kirin îro ev operasyon jî di vê astê de hatiye kirin. Ji operasyonên ku berê hatine kirin divê encam bigirtana. Ji ber ku bi van operasyonan tu carî encam negirtine. Em bi hezaran kurd li derve ne. Siyaseta kurd ne bi çar dîwaran sînordare. Bi vê hilbijartinê carekedin bibînin ku partiya me partiya gel e. Rêya me rêya 3’yemîn e. Bi dirûşmeyên ‘dîsa em’ û ‘dîsa jin’ hêrs û hêza me xûrtir dibe. Li hemberê van operasyonên wan em bi xûrtirîn dibin. Rojnamegeran ji bo ku rastiyê bê sînor ji gel re ranegihînin digirin. Parêzer jî ji bo ewlehiya sindoqan neyê kirin hatin girtin. Hûnermend jî ji ber ku şahiyên me de cih digirin û gel bi coş dikin hatin binçavkirin û girtin. Bi girtina endamên me yên rêxistinê jî dixwazin me yek bi yek kêm bikin. Em bi mîlyonan kes in. Em şûna hevalên xwe dagirin.”        ‘Dewlet ku derê ye?’   Dayika Aştiyê Pêrîhan Altug jî da xuyand ku ev operasyon ne ya yekemîn e û ne jî ya dawî ye û got ew kurd in û ew ê bi ser kevin. Pêrîhan, destnîşan kir ku ew çixwasî zext û êrişan bikin jî nikarin Gelê Kurd xilas bikin û wiha domand: “Zarokên me yên di dergûşê de jî dibêjin em kurd in. Em doza zimanê xwe dikin. Ji ber ku em kurd in ev êrîş li dijî me tên kirin. Ew qas partî hene li dijî wan êrîş nayên kirin. J ime kurdan, dayîkan û ciwanan ditirsin. Dayikên Aştiyê yên ku aştiyê dixwazin ditirsin. Dayika Halîse ku cenazeyê kurê wê bi kargoyê şandin fedî nakin ku dikin binçavan. Dibêjin ez dewletim. Dewlet ku derê ye? Ew ne dewletin. Em bi ser kevin û ew ê ji qehra bimirin. Zarokên me nava çar dîwaran de ne û wan bernadin. Ew bi girtinê nikarin me xilas bikin. Em kurd bi êrişan xilas nabin. Em bi hêztir dibin. Li hemberê van êrişan em zêdetir doza xwe xwedî derdikevin. Em kurd hertim li hember zilmê serî radikin. Ji zarakên me jî ditirsin. Em dayik aştiyê dixwazin. Dê kurd û dayik aştiyê bînin vî welatî. Dayîka Emîne Şenyaşar a ku doza aştiyê dike dê ew daxwaza wê pêk bê. Ev hilbijartin hilbijartina kurdan e. Hebûn û tunebûna me ye. Kurdên ku îxanetê dikin bila dev ji vê rêyê berdin.”   ‘Em li vir in’   Hevseroka Partiya Çep a Kesk a Nisêbînê Nergîz Akyuz jî diyar kir ku operasyona ku hatiye kirin operasyonek qirkirinê ye û vegot: “Îktîdara AKP’ê bila dîroka paş xwe binêrin ku Gelê Kurd tu carî serî netewandiye û natewîne. Di 14’ê Gulanê de jî em ê îktîdara faşîst têk bibin. Xebatên me didomin. Hevalên me dibe ku binçavan de bin an jî hatibin girtin. Lê em li vir in û têkoşîna wan bidomînin. Armanca wan ew e ku Gelê Kurd bi van operasyonan serî bitewînin û bindest bikin. Lê em destûr nadin vê yekê. Ev 50 sal in em li berxwe didin, em ê 150 salên dinê jî li berxwe bidin. Em li vir in.”