Bersiva ji bo feodalîzmê di Partiya Çep a Kesk de mezin dibe 2023-04-28 09:17:28     Gulîstan Dursun   RIHA - Ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re demek kurt ma û namzetên Partiya Çep a Kesk ji aliyê gel ve eleqeyek mezin dibînin. Namzeta Partiya Çep a Kesk a Rihayê Cemîle Şahîn têkoşîna xwe ya ku bi tevlibûna tevgera Kurd meşand îro bi namzetiya xwe didomîne.   Xebatên hilbijartinên dema 28’an a serokomarî û parlamenteriyê didomin. Namzeta Partiya Çep a Kesk a Rihayê Cemîle Şahîn jî xebatên xwe  didomîne.   Cemîle Şahîn di 1970’ê de li Pirsûsê ya Rihayê hat dinê. Heta pola duyemîn xwend û piştre ji dibistanê veqetiya û piştî dizewice dibistana navîn û dibistana amadehiyê ji derve temam dike. 5 zarokên wê hene. Di 1992’yan de Tevgera Siyasî ya Kurd nas dike. Di HADEP, DEP, KCD'ê xebatan dimeşîne. Di navbera 2017-2021’ê de hevserokatiya HDP’a Pirsûsê kir. Cemîle ku di xebatên siyasî de cih digirt û esnafî dikir bi malbat û zaroka xwe ya 5 mehî re du caran hat girtin.   Cemîle niha namzeta Rihayê ye û  JINNEWS’ê re axivî.   Mîrateya ku Çep a Kesk dewr girtiye   Cemîleyê diyar kir ku ji ber Partiya Çep a Kesk ji bo pirsgirêkan dibe çareserî ji bo namzetiyê serlêdan kiriye û wiha vegot: “Riha cihekî girîng û bajarekî dîrokî ye. Bajarê pêxember û egîdan e. Giraniya wê pir mezin e. Ez niha wek namzet têkoşîna xwe didomînim. Ev jî ji mîrateya ku ji pêşengên Partiya Çep a Kesk hatiye girtin diqewime. Belê partiyek pir ciwan e. Lê mîrateya wê pir giran û kûr e. Partiya Çep a Kesk wê bersivek pir xweş bide.   Wê bersiva pêwist bide   Cemîleyê her wiha destnîşan kir ku li Rihayê jin di plana dawî de ne û di hawirek ku jin tên qetilkirin de jin bi saya rêxistinbûnê bi xwe bawer in û xwedî îrade ne. Cemîleyê da zanîn ku wê gelê Rihayê di 14’ê Gulanê de bersivê bidin vê pergalê.   Cemîleyê wiha dawî lê anî: “Divê gelê Rihayê xwe di Partiya Çep a Kesk de bibîne. Ev du sal in Dayika Emîne Şenyaşar li ber edliyeyê li berxwe dide. Daxwaza edaletê dike. Emîne Şenyaşar mînakek dîrokî ye. Divê jin xwedî li Emîne Şenyaşar derkevin.”