Li ber Edliya Amedê bang kirin: Daraz bû hevkarê operasyonê 2023-04-27 15:53:52   AMED - Li dijî operasyona binçavkirinê ya ku li 21 navendê pêk hatî de li ber Edliya Amedê daxuyaniyek hat dayîn û wiha hat gotin: "Ev operasyona hilbijartinê ye. Mekanîzmayên darazê hevkarê vê opresyonê ye. Lê Gelê Kurd li hemberî van operasyonan serî natewîne."    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê û li ser biryara 3’yemîn Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Amedê, di nav de rojnameger, siyasetmedar, parêzer, hunermend û sendîkavan jî ji bo 216 kesan biryara binçavkirinê hate dayîn. Di encama serdegirtinên malan de 128 kes hatin binçavkirin. Nûçegihana ajansa me Bêrîtan Canozer, nûçegihanên Ajansa Mezopotamya Abdurrahman Gok, Mehmetşah Oruç û rojnameger Remzî Akkaya  ku di çarçoveya operasyonê de hatibûn binçavkirin, piştî îfadeya wan a li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê hatin kirin. Dadgehê derbarê Bêrîtan, Mehmetşah, Abdurrahman û Remzî de biryara girtinê da.   Bi pêşengiya Partiya Çep a Kesk, nûnerên sazî û dezgehên sivil, malbat, hunermend û rojnameger li ber Edliya Amedê kom bûn û daxuyaniyek dan çapemeniyê. Beriya kombûnê Edliya Amedê ji hêla maşîneyên zirxî ve hat dorpêçkirin.    Li vir namzetê Partiya Çep a Kesk û parêzer Serhat Eren axivî û diyar kir ku ev operasyona qirkirinê siyasiye û got: "Ev operasyon girêdayî hilbijartinê pêk hat. Ev gel tu carî li hemberî operasyonên bi vî rengî serî netewandiye. Binçavkirin û girtina kesên ku di hilbijartinê de berpirsiyarî girtine tê wateya operasyona li hemberî hilbijartinê.    Em li vir carek din bang dikin ku bila hevalên me serbest berdin. Her wiha em carek din dibêjin em ê bi hevalên xwe de her tim di nav piştevaniyê de bin."   Di daxuyaniyê de dirûşma "Zext nikare serî li me bide tewandin" û "Nikarin çapemeniya azad bêdeng bikin" bi dawî bû.