Tetwanê peyam da îqtîdarê: Em ê we bişînin 2023-04-27 11:43:40     BEDLÎS - Li Mîtînga Partiya Çep  a Kesk ku bi coşke mezin dest pê kir, Hevseroka Giştî ya HDP'ê û namzeda parlamenteriyê ya Wanê Pervîn Buldan axivî. Pervînê bang li îqtîdarê kir û got, "Em ê we bşînin."   Partiya Çep a Kesk li Tatwanê di çarçoveya xebatên xwe yên hilbijartina ku wê di 14'ê Gulanê de bê kirin bi dirûşma, "Em li vir in, em ê bi hev re biguherin" mîtîngê li dar dixe.  Qada Fuarê ku mîtîng lê tê li darxistin, bi alên partiyê hat xemilandin, welatî, welatî ji du milan ve piştî di kontrolê re tên derbaskirin diherikin qadê.   Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan li ser rêya Tetwan-Wanê, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir jî li ser rêya Bedlîs-Tetwanê bi girseyî hatin pêşwazîkirin. Konvoyên wesayîtan ên bi Pervîn û Keskîn re piştre hatin qada ku mîtîng lê tê lidarxistin. Hevserok li wir jî ji aliyê girseyê ve bi coş hatin pêşwazîkirin. Konvoya ku Pervîn û Keskîn tê de bûn piştre hat cihê mîtîng lê dihat lidarxisitn. Piştî hatîna hevserokan a qadê coşa gel zêdetir bû. Mîtîng bi rêzgirtina ji bo têkoşerên azadiyê ku jiyana xwe ji dest dane bi rêzgirtinê hat destpêkirin.   'Em ê bi ser kevin'   Hevberdevka  Partiya Çep a Kesk a bajêr Nurdan Îlbasan diyar kir ku ew bi “hikûmeta faşîst” re rû bi rû ne. Nurdan destnîşan kir ku ew ê di 14'ê Gulanê de bi ser bikevin. Piştî axaftina Nurdan, Huseyîn Olan, Semra Çaglar Gokalp û Enver Balin ên ku ji aliyê Partiya Çep a Kesk ve ji bajêr wekî namzet hatin nîşandan, derketin ser dikê. Namzed ji aliyê girseyê ve bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin.   'Ev gel serî natewîne'   Piştre Hevserokê Giştî ya DBP'ê Keskîn Bayindir axivî û diyar kir ku ciwan û jin bi biryar in ku hêza heyî bişînin. Keskîn, bal kişand ku Bedlîs bi sedsalan bûye navenda siyaseta kurd û got, "Hikûmeta AKP'ê dê bi saya we hilweşe. Hikûmeta AKP-MHP'ê hikûmeta ku zimanê kurdî înkar dikin e." Keskîn anî ziman ku ew ê vê zîhniyetê tune bikin û got, "Ev hikûmet ne ya gelê Kurd e. Ev hikûmet ji bo înkar û îmhaya gelan e. Em ê dawî li wan bînin. Tiştekî wan nemaye. Tenê kuştin heye. û tasfiyekirin. Hevalên me hatin binçavkirin. Em ji Bedlîsê bang dikin; Gel serî netewandiye, serî natewîne."   Di dema axaftina Keskîn de dirûşmên "Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin", "Bi zextan nikarin bi me" ji qadê hatin berzkirin.   'Wê gel xwedî li îradeya xwe derkeve'   Herî dawî Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan axivî. Pervîn ji girseya gel re got, "Niha li Bedlîsê 3 namzetên me yên parlamenteriyê hene. Van namezdan di serî de  emanetî Xwedê û piştre jî emanetî we dikim. Ji dil bawer dikim ku em ê 3 parlamenteran  bi dest bixin.  Wê gel xwedî li îradeya xwe derkeve."   Pervîn got, "Min li Colemêrgê jî got; demokrasî. Em ê bi hev re faşîzmê têk bibin, demokrasiyê pêk bînin. Em ê rengê Çep ên Kesk li her devera Tirkiyeyê belav bikin. Wan xefik danî bûn. Doza girtinê li HDP'ê vekirin, hewl dan ku HDP'ê ber bi derveyî siyasete ve dehf bidin. Eger ew karin gavê biavêjin, em jî karin. Me ji lîsteyên Partiya Çep a Kesk namzet nîşan dan û bi gaveke girîng a ji bo têkbirina faşîzmê em têdikoşin ji bo desthilatdariyê û serokkomar biguherînin."   Mîtîng bi stran û govendê bi dawî bû.