Înfaza girtiya 30 sal girtiye carek din hat şewitandin 2023-04-27 09:05:40     Şehrîban Aslan   AMED - Girtiya bi navê Fahriye Ceylan ku 30 sale girtiye û niha li girtîgeha Tîpa L ya Alanyayê ye înfaza wê carek din hat şewitandin. Xwişka Fahriyeyê, Selva Fîlîz da zanîn ku xwişka wê bi hincetên kêfî nayê berdan.   Di salên dawî de li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê binpêkirinên kêfî her diçin zêde dibin û Lijneyên Şapandina Îdarî ya Girtîgehan bi kêfî înfazan dişewitîne û girtiyên siyasî tahliye nakin. Yek ji girtiyên ku ji ber poşmanî qebûl nekiriye û înfaza wê hatiye şewitandin Fahriye Ceylan ya 30 sale girtiye û niha li girtîgeha Tîpa L ya Alanyayê ye.    Tahliyeya Fahriyeyê cara duyem sê mehên din hat taloqkirin. Fahriyet di 1992’yan de li Amedê hatibû girtin. Fahriyeyê ji ber poşmanî qebûl nekir, ji ber cezayên dîspîlînê û ji ber ji rêxistinê veqetînê de îfadeyên samîmî nedaye, înfaza wê hatibû şewitandin.    Fahriyeyê îtîraêzê biryara Dadgeriya Înfaza Alanyayê kir lê hat redkirin û carek din bi hincetên cuda tahliyekirina wê sê meh hat taloqkirin. Xwişka Fahriyeyê, Selva Fîlîz bertek nîşanê biryarê da.   40 rojan îşkence lê hat kirin   Selvayê diyar kir ku xwişka wê di sibata 1992’yan de li Licê ya Amedê hatiye girtin û wiha got: “Gelek îşkence li xwişka min kirin. Zivistanê wê sermayê de ava cemidî li wan kiribûn. Xwişka min ev ji me re negot. Piştî salan şûnde gundiyan got. Cil û porên wan hemû cemed girtibû. Ne tenê li xwişka min li gundiyan jî zilm kirin. 40 rojan îşkence li xwişka min kirin. Piştre şandin girtîgeha Amedê. Piştî hat girtîgehê agahiya me çêbû.”   Cara duyem înfaz şewitandin   Selvayê daxuyakirin ku Fahriye 30 sale girtiye û wiha dirêjî dayê: “Serê vê salê de 30 sal qediya. Derxistin lijneyê û gotine ‘Tu poşmanî?, Tu carek din bi rêxistinê re dikevî têkiliyê?’. Xwişka min jî dibêje ez derkevim diçim cem malbata xwe, nexweşiyên min hene ez ê derman bibim, wek her kesî jiyana xwe bidomînim. Piştre birine psîkiyatrî. Psîkiyatrî dibêje çima te bersiv nedaye lijneyê. Xwişka min jî dibêje poşmanî pirsîne min jî gotiye ez ne poşmanim ger ez poşman bûma 30 salî girtî nedimam. Li ser van pirsan cezayê wê 3 mehên din hatiye taloqkirin.”   ‘Dixwazin malbat û girtiyan têk bibin’   Selvayê destnîşan kir ku Fahriye li wan geriyaye û moral daye wan û wiha dawî lê anî: “Fahriye li me geriya. Moral da me û got xemgîn nebin. Em ê sê mehên din jî bipên. Em nizanin wê sê meh şûnde çi bibe. Xwişka min got bi taybet li hember jinan van pêkanînan dikin û bi zanebûn înfazan dişewitînin. Bi armanca têkbirina girtî û malbatan vê dikin. Ji bilî xwişka min înfaza bi dehan girtiyên din hat şewitandin.”