Namzeta Partiya Çep a Kesk: Li vir rihê berxwedana jinê heye 2023-04-27 09:04:34     Gulîstan Dursun   RIHA - Namzeta Partiya Çep a Kesk a Rihayê Dîlan Kunt Ayan, diyar kir ku encamên hilbijartinê yên Rihayê wê Tirkiyeyê bi teşe bike û balkişand ser rihê berxwedana li bajar: “Hêzeke ku paradîgma me ya azadiya jinê zelal dayne holê heye. Ya ku piştgiriyê bide vê jî Çep a Kesk e.”   Ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re demek kurt ma û namzetên Partiya Çep a Kesk bê navber xebatên xwe dimeşînin. Li Rihayê jî  xebat bê navber dimeşin û namzeta Partiya Çep a Kesk a Rihayê Dîlan Kunt Ayan der barê atmosfer û ewlehiya hilbijartinan axivî.   Girîngiya rêya sêyemîn   Dîlanê da zanîn ku Komara Tirkiyeyê ketiye sedsala duyemîn û ji bo avakirina jiyanek nû riya sêyemîn gelek girîng e. Dîlanê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em dixwazin polîtîkayên sedsala ewil de li hember jinan hatine meşandin û neçareseriya pirsgisrêka Kurd biqedînin, dema faşîzmê hilweşînin. Armanca me avakirina jiyaneke nû ye. Riha dilê Mezopotamyayê ye. Armanca me eve ku em yekitiya navbera eşîran de ava bikin.”   Partiya jinê   Dîlanê balkişand ser pirsgisrêkên esas yên civakê û wiha dirêjî dayê: “Jin bi destpê pergalê hepsê malê hatine kirin. Desthilatdarî dixwaze profîla jinên li gorî xwe ava bikin. Em wek partiya jinê li dijî vê ne. Em naxwazin jin tenê bi dayiktiyê bên zanîn. Ji bo vê em dixwazin rol û mîsyonên li jinê hatine ferzkirin bên hilweşandin.”   ‘Em ê bo dayika Emîne deng bidin'   Dîlanê balkişand ser têkoşîna edeletê ya Emîne Şenyaşar û got Emîne ne tenê li Rihayê li Tirkiyeyê bûye sembol û wiha pê de çû: “ Dayika Emîne tevî hemû zextan, binçavkirin, şertên hewayê dest ji têkoşîna xwe bernade. Wezîrê Dadê jî li Rihayê namzet hatiye nîşandan. Em ji gelê Rihayê vê dipirsin: Bi rastî hûn dixwazin edelet pêk bê? Jin dibêjin ‘Em ji bo Dayika Emîne denga xwe didin Çep a Kesk.’ Em van gotinan pir zêde dibihîzin. Emîne Şenyaşar ji bo gelek jinan bû çavkaniya îlhamê. Wek dayika Emîne bi sedan jin hene. Ji ber vê piştgiya ji bo Emîne Şenyaşar gelek girîng e.”   ‘Tirs tune bûye’   Dîlanê destnîşan kir ku li Rihayê rihê berxwedanê heye û wiha domand: “Hêzeke ku em paradîgma azadiya jinê derdixin holê heye. Li dijî zîhniyeta mêr seknek zelal a jinan heye. Ya ku pişgiriyê dide vê jî Partiya Çep a Kesk e. Ez dema berê de di koordînatoriya hilbijartina Rihayê de xebitîm. Gelek xwîn rijiya. Gelek pevçûn çêbûn. Lê em dixwazin vê hilbijartinê de îrada gel ji sindoqê derkeve. Em naxwazin zirar bigihêje muşahîdan, peywirdaran.”   Dîlan Kunt Ayan kî ye?   Dîlan Kunt Ayan di 1989’an de li Wêranşar a Rihayê hat dinê.  Ji Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Kultur a Stenbolê mezun bû. Demekê li Rihayê parêzerî kir. Hevserokatiya Komelaya Hiqûqnasên Mezopotamya a Rihayê kir.  Di komîsyona Mafê Mirovan a Baroya Rihayê de, di Komeleya Piştevaniya Jinan a Mala Jiyan de xebat meşand. Ji 2016’an şûnde li Wanê parêzerî kir. Endamtiya Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) kir. Serokatiya Komeleya Mafê Mirovan a Wanê kir. Xebatên jinan meşand.  Ji 2021’ê şûnde serokatiya Komeleya Jinan  a Star ya Wanê kir. Endamtiya lijneya rêveberiya baroya Wanê kir û endama Lijneya Rêvebera Komîyona Mafê Jinan a Baroya Wanê kir. Niha jî namzeta Partiya Çep a Kesk a Rihayê ye.