Ji Botanê bertek: Ji yekitî û hevkariya me ditirsin' 2023-04-26 09:19:39     Sema Çaglak   ŞIRNEX - Jinên Botanê ku bertek nîşanî operasyona binçavkirinê ya beriya hilbijartinê dan gotin, "Ev operasyon li dijî sekin û helwesta gel e îqtîdar ji yekitî û hevkariya me ditirse."   Di çaroveya operasyona ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hat destpêkirin de navend Amed  gelek rojnameger, parêzer, siyasetmdear û hunermend hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku dîroka lêpirsînê 2023'ê ye û nayê zanîn ku kesên hatine binçavkirin bi çi tên sûcdarkirin. Di çarçoveya heman lêpirsînê de li 21 bajarî nêzî 150 kes hatine binçavkirin û tê diyarkirin ku dibe hejmara kesên tên binçavkirin zêdetir bibe. Jinên Botanê bertek nîşanê binçavkirinan dan.   ‘Ev operasyon lawaziya hikûmeta AKP’ê MHP’ê ye’   Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Cizîra Şirnexê Zîlan Ecevît, diyar kir ku ev operayon operasyonên hilbijartinê ne û got: “Ev operayon li hemberê xebatên Partiya Çep a Kesk, li hemberî kesên ku xwedî li partiya Çep a Kesk derdikevin hatiye kirin. Di vekirina buroya hilbijartinan de coş û hêzekê gelek mezin hat nîşandan. Vê coş û hêzê jî desthilatdarî tirsand. Bi dehan parezêr hatin binçavkirin. Binçavkirina parezêran jî ne ji rêzê ye. Ji bo ewlehiya hilbijartinê lîv û tevgera wan hebû. Ev hilbijartin jî hilbijartinek dîrokî ye. Rol û mîsyona parezêran jî di vî hilbijartinê de girîng e. Ev operasyon lawaziya hikûmeta AKP’ê MHP’ê ye. Ji ber ku di destê wan de tu tiştek nema ye. Tenê bi zext û zordestiyê dixwazin xwe li ser piyan bihêlînin. Bi tirsanidina civakê û daxisitna moralê civakê hewil didin ku xebatên hilbijartinê qels bikin. Lê me li hemberî van girtin û binçavkirinan tu carî xebatên xwe nedane rawestandin û em ê xebatên xwe jî bi hêztir bikin.”   ‘Ji yekitî û hevkariya me ditirsin’   Hevseroka Partiya Heremên Demokratîk ya navçeya Cizîrê Fîdan Erkul jî destnîşan kir ku bi girtin û binçavkirinan hewil didin ku vîna gel têk bibin û got: “ Xebatên me yên hilbijaritnê bi coşeke mezin berdewam dikin. Partiya me ji aliyê gelek aliyên civakê ve tê pêjîrandin. Gel êdî vê rejîma yek mêrî qebûl nake û li hemberî vê rejîmê bi awayekî topyekûn deng derdixîne. Ev operayon li dijî sekn û helwesta gel e. Bi binçavkirin û girtinan hewil didin ku îradeya gel têk bibin. Ji yekitî û hevkariya me ditirsin. Lê em li hemberî van zext û zordestiyan li vir in û em ê bi hev re bi ser bikevin. Ev êrîş nikarin bi me gavê paşve bidin avêtin.”   ‘Bêdeng nemînin’   Herî dawî jî Hevseroka Komeleya Ziman û Çandê ya Bircabelek Fatma Gîzleyîcî acxivî û diyar kir ku êrîşên li dijî komeleyên çandê li dijî sekna parastina çand û hunerê ne. Fatma, got: “Ev desthîlatdar li her derê bi êrîşên cûrbecûr li dijî çand û hunera kurd derdikeve. Pêkanîna van êrîşan beriya hilbijartinê jî gelek bi wate ye. Bêguman, êrîşên li dijî komeleyên çand û hunerê ji bo me peyamek in. Di vî pêvajoyê de xebtên çand û hûnerê gelek pê ketine. Lê belê bi van êrîşan nikarin çand û zimanê kurdî tune bikin û vê hêzê qels bikin. Ev êrîş bêexlaqî û bêhiqûqî ye. Divê tu kes li hemberî vê bêdeng nemine. Dixwazin hemû nirxên kurdan biqedînin.  Em van êrîşan qebûl nakin û bang dikin ku hevalên me demildest serbest werin berdan.”