Poşmanî qebûl nekir, înfaza wê ya 6 salan hat şewitandin 2023-04-26 09:14:51     Şehrîban Aslan   AMED - Hatîce Çakmak a 30 sale girtî ye û niha li girtîgeha Tîpa L ya Alanyayê ye bi hinceta ‘poşmanî’ qebûl nekir înfaza wê hat şewitandin tahliyekirina wê 6 salan hat taloqkirin. Dayika Hatîceyê, Cahîde Çakmak axivî û diyar kir ku piştî evqas sal û windahiyan em ê çawa bibêjin ‘em poşmanin.’   Girtiya bi navê Hatîce Çakmak a li girtîgeha Jinan a Tîpa L ya Alanya ya Antalyayê dimîne înfaza wê hat şewitandin.  Hatîce ku di 1993’an de hat girtin û Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) li Amedê cezayê muebetê dayê di 25’ê Adarê de înfaza xwe ya 30 salî tije dibû. Serdozgeriya Komarê ya Alanyayê cezayên hucrê yên salên borî li Hatîceyê hatibûn birîn hincet nîşan da û 6 salan tahliyeya wê taloq kir. Parêzerê Hatîceyê diyar kir ku wê îtîraz bikin. Dayika wê Cahîde Çakmak da zanîn ku keça wê 30 sal e girtî ye û bi kêfî nehatiye tahliyekirin.   ‘Keça min bernedan’   Cahîdeyê da zanîn ku ew xizmên Fahriye Ceylan ya ku înfaza wê hatiye şewitandinê ne û wiha got: “Çima zarokên me bernadin. Cezayên wan qedya ne. Emrê wan di girtîghê de derbas bû. Keça min li gelek girtîgehan ma. Niha li Alanyayê ye. Ez nexweşim. Ez ji çavên xwe du caran emelyet bûm. Ez ê çawa biçim hevdîtina keça xwe.  Herî dawî havînê çibûm. Min digot wê berdin lê înfaza wê şewitandin.”   ‘Em ê çawa  bêjin em poşmanin’   Cahîdeyê got ku keça wê 30 sale girtiye zext lê kirine û wiha dirêjî dayê: “Ezyet li me dikin. Em hewcedariyên zarokên xwe dibin lê niha nagirin. Poşmanî li Hatîceyê ferz kirine. Gotine bêje ‘ez poşman im.’ Em ê çawa bêjin ‘em poşmanin’.Evqas windayên me hene. Evqas sal em girtî ne. Ev wijdan e gelo. Ev zilm nîne ma?”   'Zext li gundiyan dikirin'   Cahîdeyê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Em li gund bûn zext li me dikirin. Zarokên min zilm qebûl nekirin. Em li gundê Heciya Kurmanca ya Bismil bûn. Leşker dihatin zext li me dikirin. Digotin terorîst hene. Îşkence û zilm li me dikirin.”   ‘Em şûnde gavê navêjin’   Cahîdeyê wiha dawî lê anî: “Hatîce li Bedlîsê hat girtin. 36 rojan îşkence lê kirin. Keça min piştî evqas tiştî çawa bêje ez poşmanim. Em di riya zarokên xwe de ne. Em li pişt zarokên xwe ne. Çi dikin bila bikin em şûnde gavê navêjin.”