Şevîn Alaca: Piştî 14'ê Gulanê dê pêvajoyek nû destpê bike 2023-04-26 09:07:45     QERS - Hevşaredara Qersê ya ku li şûna wê qeyûm hat tayîn kirin Şevîn Alaca diyar kir ku piştî 14’ê Gulanê hêviya me heye ku li Tirkiyeyê pêvajoya demokratîk destpê bike û got: "Em ê wek Partiya Çep a Kesk bi pergala hevserokatiyê û pratîkên xwe yên şên ber yên berê derkevin pêşberî gel.”   Di hilbijartinên 31’ê Adara 2019’an de li Qersê hevşaredarên HDP’ê bi dengên gel hatin hilbijartin û piştî demekê qeyûm tayînê şûna wan hat kirin. Hevşaredar Şevîn Alaca ku qeyûm tayînê şûna wê hat kirin, diyar kir ku beriya wan tu xizmet nehatibû kirin û got hilbijartinên 2019’an ji bo bajar tiştekî yekem bû.    Nûneriya wekhev   Şevînê da zanîn ku şaredarî bi deynekî cidî dewr girtibûn û tevî vê dest bi xizmetên şaredariyê kirine û gelek projeyên nû xistine jiyanê. Şevînê bi lêv kir ku yên ku herî zêde mexduriyet dijiyan jin bûne û wiha vegot: “Piştî qezenckirin hilbijartinan li bajar hewayek cuda afirî. Hem xizmetên şaredariyê hem jî nûneriya wekhev pêk hat. Ji partiya me bendewarî pir zêde bû. Ev ji bo jinan jî demek pir cuda bû."   Şevîn, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser pergala hevserokatiyê: "Di hilbijartinên 2019’an de yekem cart li Qersê pergala hevserokatiyê pêk hat. Ev bajar fêrî şaredarên mêr bibû. Lê bi hevserokatiyê ev ji holê rabû. Jinan nikaribû pirsgirêkên xwe  bînin ziman. Piştî hevserokatiyê jinan daxwazên xwe ji şaredariyê re bi rehetî radîgihandin.”   Projeyên jinan ketin jiyanê   Şevînê, destnîşan kir ku deynê şaredariyê li pêş xizmetê me bû asteng lê tevî vê me hincet qebûl nekirin û wiha bi lêv kir: "Me projeyên ji bo jinan xistin jiyanê. Li bajar betalî di astek cidî de ye. Yên herî zêde bandor dibûn jin bûn. Me ji bo jinan Mor Kafe ku dikaribûn hilberînên xwe li wir bifroştin ava kir.  Me Bazara Keda jinê ava kir. Me bi navendên piştevaniya jinê xwe gîhand jinan. Mebin bana şaredariyê de navenda Piştevaniya Jinê ya girêdayê Midûriyeta Jinan ava kir. Ev gelek girîng bû.”   Qeyûman ewil êrişê destkeftiyên jinan kir   Şevînê destnîşan kir ku piştî demek kurt qeyûm tayînê şaredariya wan bûye û çawa qeyûm hatine destkeftiyên jinan hedef girtine û got: “Xebatên me yên jinan hatin bidawîkirin. Navenda jinan, Kafeya Mor hat girtin. Jin dîsa hepsê malê bûn. Lê piştî 14’ê Gulanê hêviya me heye ku li Tirkiyeyê pêvajoya demokratîk destpê bike. Rêveberiyên herêmî lingê herî girtîng yê demokratîkbûnê ye. Demokratîkbûn ji herêmî destpê dike. Em ê wek Partiya Çep a Kesk bi pergala hevserokatiyê û pratîkên xwe yên şên ber yên berê derkevin pêşberî gel.”   Ji bo Qersê projeyên me hene   Şevînê wiha daweî li axaftina xwe anî: “Ji bo aborî, turîzm, îstîhdam û jinên Qersê gelek proje hene. Kengê dema wan hat wê yek bi yek bên aşkerakirin.  Li bajar ji nasnameyên cuda gel dijîn. Em ê bi şaredariya xwe ya gel re  bi STK’yan re projeyên xwe berfireh bikin û xebatên xwe bidomînin.”