Partiya Çepên Kesk li Xarpêtê ye: Operasyonên siyasî nikarin me têk bibin 2023-04-25 15:44:19           XARPÊT - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz ku di mîtînga Depê de axivî, bang li desthilata AKP'ê kir û got: "Ev gel dê windakirinê bi we bide tahmijandin. Hûn ê vê di 15'ê Gulanê de bibînin."    Partiya Çepên Kesk, li navçeya Depê ya Xarpêtê bi dirûşmeya "Em ê bi vîna bihêz a gel jiyanê biguherînin" mîtîngek li dar xist. Mîtîng li Qada Cumhûriyetê hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, namzetên parlementeriyê yên Xarpêtê yên Partiya Çepên Kesk Savaş Erdogan, Nûrşat Yeşîl, Hadî Konar û Sûltan Yaray û gelek welatî tevlî mîtîngê bûn.    Di mîtîngê de ewilî namzetê parlementeriyê yê Xarpêtê Savaş Erdogan axivî. Savaş gel silav kir û got ku ew ê hesab ji yê herî jor bipirsin. Erdogan ew ê dîrokê binivîsînin.    Paşê Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz axivî. Aydenîzê di destpêka axaftina xwe de got: "Hûn bi xêr hatin hevalên Mazlûm Dogan. Helwesta we, helwesta Mazlûm Dogan e." Salîhayê bal kişand ser binçavkirinên îro û got: "Ew baş dizanin ku winda kirine û ji ber vê çoyê darazê dixin dewrê."   Salîhayê di berdewama axaftina we de wiha got: "Heya niha ev gel li ber tu operasyoneke we ya siyasî û li ber tu darbeyên we paş de gav neavêtiye û çok daneyniye. Ji niha û pê ve jî dê paş de gav neavêje. Li 21 bajaran bi vê hewldana darbeyê xebatên xwe yên hilbijartinê bi rê ve dibin. Ev gel dê windakirinê bi we bide tahmijandin. Hûn ê vê di 15'ê Gulanê de bibînin."     Salîhayê di dawiya axaftina xwe de got: "Em ê ji Xarpêtê Partiya Çepên Kesk bişînin meclisê. Em ê bi ser bikevin. Tu desthilat nikare pêşî li ber vî gelî bigire."   Piştî axaftinan hunermend Kadîr Çat derket ser dikê. Mîtîng bi stranên Çat û gerandina govendê bi dawî bû.