Ayşegul Dogan: Ez ê bibim dengê gelê xwe 2023-04-25 09:14:39     Sema Çaglak   ŞIRNEX - Namzeda Şirnexê ya Partiya Çepên Kesk û rojanmeger Ayşegul Dogan, diyar kir ku ew ê bi nasnameya xwe ya kurd, jin û rojnamegeriyê bibe dengê gelê xwse û got, "Pêdiviya her kesî bi serdemeke nû heye. Ji ber vê divê her kes dengê xwe bi kar bîne û xwedî li sendogan derkeve."   Bi nêzîkbûna Hilbijartina Serokomarıyê û Parlamenteriyê ya Serdema 28’emîn a ku dê di 14’ê Gulanê de bê kirin re xebatên hilbijartinê ku hatin destpêkirin bi lez û bez didomin. Partiya Çep a Kesk jî ku li Şirnexê xebatên xwe bi lez û bez didomîne û ji çar namezedan 2 jê jin in ji aliyê gel ve bi coşeke mezin tê pêşwzzîkirin. Namzetên partiyê li gund, bajarok, navçe û navendê, kolan bi kolan, mal bi mal digerin û guh didin daxwaz û pirsgirêkên gel. Yek ji wan namzedan jî rojnameger Ayşegul Dogan e. Ayşegulê derheqê pêvajoya hilbijartinê û xebatên xwe de axivî.   Ayşegul Dogan kî ye?   Ayşegul Dogan bi eslê xwe ji Cizîra Botan e lê li Enqereyê ji dayik bûye. Ayşegul a ku bi salan e rojnamegeriyê dike di heman demê de keça Parlamenterê Partiya Demokrasiyê (DEP) Orhan Dogan ê jiyana xwe ji dest daye ye. Ayşegûlê ji ber zext û zordestiyên dewletê di sala 1995’an de diçe Fransayê û li wir di zanîngehê de beşên Navbeynkariya çandî û ragihandinê û rojnamegeriyê diqedîne. Piştî ku nêzî 7 salan li Fransayê dimîne carek din vedigere welêt. Ayşegûl’ê bi taybetî xebatên xwe li ser çapemeniya azad û rojnamegeriyê de meşand.   ‘Jiyana min zêdetir li sirgûnê derbas bû’   Ayşegûl, daxuyand ku jiyana wê zêdetir li sirgûnê derbas bûye wiha behsa jiyana xwe kir: “Ez li Enqereyê ji dayik bûm lê piştî darbeya leşkeri ya 1980’yî malbat vegeriyan Cizîrê. Heta dawiya lîseyê min li Cizîrê xwend. Piştî hilbijartinên 1991’ê ku bavê min ket parlementoyê em carek din li Enqereyê bi cîh bûn. Piştre ji ber zextên dewletê ên li ser malbatê derbasî Fransayê bûm û perwerdehiya xwe min li wir berdewam kir. Piştre di destpêka salên 2000’î de vegeriyam Tirkiyê. Bavê min hat giritn û heta 2004’an girtî ma û piştre di sala 2007’an de di dema xebatên hilbijartinê de jiyana xwe jidest da. Di wan salan de herî zêde min rojnamegerî kir lê belê ez di nav hawirdorekê sîyasî de bûm. Ji sala 1991’ê wê de bûm şahidê siyaseta kurd. Jiyana min bi gelemperî li bajar û welatên din derbas bû. Ez çîroka jiyana xwe bi kurasî dikarim bi sirgûnê pênase bikim.”   ‘Ji bo jiyanek bi rûmet û aştiyekê mayînde’   Ayşegul, diyar kir ku hilbijartina 14’ê Gulanê ji bo Tirkiyeyê gelek girîng e û got: “Li Tirkiyeyê hewcedarî bi pargaleke nû heye. Ne tenê Kurd, hemû gelên ku bi bîr û baweriyên cuda li Tirkiyê dijn pergaleke nû dixwazin. Ez jî bo xeyala bavê xwe ya ji bo jiyanek bi rûmet û aştiyekê mayînde pêk were di nav vê pêvajoyê de cihê xwe digirim. Ji bo ku ev xeyal bibe rastî çi ji destê min bê ez ê bikim. Sîyaset ji bo parastina bîra civakî û xwedî derketina nirxên gelan berpirsyariyeke. Dİvê ev bîr û bawerî û berdelên ku hatine dayîn neyên ji bîr kirin. Ez bi çavê rojnamegerekê û bi şêweyê endazeyarekê hewil bidim ku bendewariyên gel guhdar bikim û wan pêk bînim. Gava em hevdîtinan bi gel re dikin, deng û peyamên xwe tînin ziman. Daxwaz û hêviyên gel yek in. Hemû kes êdî aştîyekê mayînde û jiyanek bi rûmet dixwaze. Kesên li sirgûnê dixwazin vegerin welatê xwe, azadiya girtiyên xwe dixwazin û mafê xwe yê ziman û nasnameya xwe dixwazin. Her wiha gel naxwaze bi qeyûman were rêvebirin. Gel vîna xwe dixwaze. Em ji daxwazên gel berpirsiyarin û ji bo ku pêk bên em ê bixebitin.”   ‘Bi nasnameya jin, kurd û rojnamegerekê li vir im’   Ayşegulê, destnîşan kir ku ew bi nasnameya xwe ya jin, kurd û rojnamegerekê di vê pêvajoyê de cih girtiye û wiha axivî: “Ev hilbijartin ji bo parastina deskeftiyên jinan gelek girîng e. Bi zêdebûna qetîlkirina jinan, hedefgirtina qanûna hêjmar 6284 û bi rakirina Peymana Stenbolê tişta ku dixwazin li ser jinê ferz bikin li holê ye. Hem ji aliyê xwezayê, hem ji aliyê mafên gelan û ji aliyekî jî ji bo rojnamegeran ev pêvajo girîng e. Ango gelek pirsgirêk hene ku divê werin çareserkirin.  Lê ev pirsgirêk tenê bi parlementoyê nayên çareserkirin. Lê parlamento jî yek ji ligên rêbazên çareseriyê ye.”   ‘Gelê Şirnexê ji biryara xwe venegeriyayaê’   Ayşegulê, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser taybetmendiya Şirnexê jî û wiha pêde çû: “Şirnex cihekî taybet e. Di her serdema desthîlatdaran de ji bo Şirnexê polîtîkayên cuda hatine meşandin. Li dijî ciwanan, li dijî jinan û bi îstîsmarkirina olê bi tevahî li dijî gelê Şirnexê polîtîkayên taybet hatine pêşxistin. Min ev bi çavên xwe jî dîtine. Ji ber vê dema ku bêm bijartin xebatên min dê yekser li ser Şirnexê bin. Ev jî piştî hilbijartinan wê derbikeve holê. Ez dixwazim dengê gelan ragihînim. Ji gel dipirsim hûn çi dixwazin. Girseyekê mezin ji ciwanan pêk tê ku di 14’ê Gulanê de dê dengên xwe bi kar bînin. Tê zanîn ku pirsgirêka herî mezin a ciwanan bêkarî ye. Li vê herêmê tayînkirina qeyûman pirsgirêk e, tundiya li jinê pirsgirêk e û newekhêviya li dijî ciwanan pirsgirêk e. Ev jî girîngiya Şirnexê zêdetir derdixe holê. Şirnex herêmek berxweder û gelek berdelên giran dane. Gelê Şirnexê îtîat nekiriye û xwedî vînekê xurt e. Gelê Şirnexê tu carî ji biryara xwe venegeriya ye û ji ber vê jî bi taybetî li ser  gelê şirnexê disekinin."  ‘Em ê xwe bi 4 parlementeran bi sînor nekin’   Ayşegulê, anî ziman ku gel ji wan bi hêvî ye û ji ber vê ew ê xebatên xwe mezintir bikin. Ayşegul, got: “Em hêvî dikin ku ev sînerjî û coşa ku em dibînin bandora xwe li sendoqan jî bike. Hedefa me 4 parlementer e lê divê em bi vê re xwe bi sînor nekin. Di pêşiya me de hilbijartinên xwecihî jî hene lewra divê em vê coşê bigihêjînin hilbijartina pêş. Enerjîya vê hilbijartinê 7’ê hezîranê pêvajoya çareseriyê tîne bîra me. Wê çaxê rêya dîyalogê hebû.  Lewra gel li benda rêya dîyalogê ye. Gel li dijî zext û zoroyan ji pêvajoyê bi hêvî ye.”   ‘Ewlehiya sandoqan girîng e’   Ayşegul, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Banga min ji bo gel ew ê ku divê hemû kes dengê xwe bi kar bîne û li dengê xwe xwedî derê. Ji ber ku ewlehiya sandoqan gelek girîng e. Di vê çarçoevyê de xebatên me hene. Lêxebatên gel û rêxistinên sîvîl jî girîng in. Divê di vê hilbijartinê de hemû gel bibin yek û dengê xwe bi kar bînin. Ji ber ku divê hilbijartinê de dengek jî dikare encama hilbijartinê biguhere..”