Namzeta Partiya Çep a Kesk Sîma Arî: Em li dijî zextan bisekinin 2023-04-24 09:09:25     Melek Avci   ENQERE - Namzeta Herêma 2’yemîn a Enqereyê ya Partiya Çep a Kesk Sîma Arî diyar kir ku wek ciwan û jinekê wê pêşdarazan bişkînin û divê li dijî neheqiyan û zextan bisekinin.   Ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re 20 roj ma û Partiya Çep a Kesk li her derê xebatên xwe dimeşîne. Piştî danezana hilbijartinê namzetên xwe dan nasîn û namzet daketin qadan. Namzet bi gel re tên gel hev û pirsa ‘çima riya sêyemîn û Partiya Çep a Kesk’ ji welatiyan re dibersivînin.   Nûneriya ciwanan a di Partiya Çep a Kesk de   Partiya Çep a Kesk a ku di lîsteyên xwe de zêde cih da jinan, wek partiyeke ku girîngiyê dide nûneriya ciwanan balê dikşîne. Yek ji namzeta jin û ciwan  Sîma Arî ya ji herêma duyemîn a Enqereyê hatiye nîşandanê ye. Sîma Arî bi eslê xwe ji Wanê ye beşa Bernameyua Kompîturê ya Zanîngeha Ispartayê qedandiye û 23 salî ye. Sîmayê diyar kir ku wê bi Partiya Çep a Kesk pêşdarazên li hember jin û ciwanan bişkînin.   ‘Divê em dengê xwe bidin bihîstin’   Sîmayê bi lêv kir ku wek Kurdekê ji roja hatine dinê têkoşîn jî hatiye dayîn û wiha domand: “Ji bo em dengê xwe baştir bidin hîskirin em di bin banê Partiya Çep a Kesk de hatin gel hev. Wek Kurdekê her tim di nav her tiştekî de bûm. Piştî mirov mezin dibin mirov fêm dikin ku divê vê bibin siyasetê. Divê mirov dengê xwe baştir bidin hîskirin. Ji ber vê di Partiya Çep a Kesk de me. Dê û bavê min her tim di HDP’ê de bûn. Dê û bavê min piştgiriyek mezin dan min.”   ‘Em di riyek zehmet de ne lê em ê bi ser bikevin’   Sîmayê destnîşan kir ku wê xwe bi gel bidin qebûlkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di dema xebatan de gel eleqeyek mezin nîşan dide. Ez di wê baweriyê de me ku em ê xwe bi her kesî bidin qebûlkirin. Ez bawer dikim ku wê me fêm bikin. Em di riyek zehmet de ne lê em ê bi ser kevin. Em di alî enerjiyê de gelek baş in. Ez bawer dikim ku em ê bi Partiya Çep a Kesk re bi ser kevin."   Çima  divê ciwan di Partiya Çep a Kesk de cih bigirin?   Sîmayê axaftina xwe wiha domand: “Piştî namzetiyê, min xwe li vir qet biyanî hîs nekir. Partiyê her tim piştgirî dida jin û ciwanan. Çima divê ciwan di Partiya Çep a Kesk bigirin? Di vir de newekhevî tune ye. Ez xwe wek jinekê wek ciwanekê aydê vir hîs dikim. Ez her kesî vedixwînim partiyê dikim. Bila bên me nas bikin. Hedefa me ev e ku perwerdeya bi zimanê dayikê bê dayîn. Em bi vê bawer dikin û vê diparêzin.”   Sîmayê  da zanîn hilbijartinên 14’ê Gulanê gelek girîng in û wiha dawî lê anî: “Divê jin li cem Partiya Çep a Kesk cih bigirin. Divê em dawî li vê pergala serdest bînin. Em ê pêşdarazan bişkînin. Em azad bin û her kesî azad bikin. Jin bi salane tên pelçiqandin. Divê em ji van neheqiyan re bêjin êdî bes e. Di Partiya Çep a Kesk de jin xwedî rêjeya ji sedî 45’an e. Em ê ji rejîma yekmêrî re bêjin na.”