Di Şahiya Biharê de peyama komara demokratîk 2023-04-23 17:49:32       STENBOL - Li Parka Yogurtçu Şahiya Biharê de bi hezaran kes hatin gel hev û di şahiyê de peyama “Dê ev îktidar biçe û komara demokratik bê avakirin” hat dayîn.    Partiya Çep a Kesk û bi beşdariya namzetên Stenbolê Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan li Parka Yogurçu ya Kadikoy a Stenbolê  Şahiya Biharê li darxist. Parka ku bi alên Partiya Çep a Kesk hate xemilandin beriya ku şahî dest pê bike tijî bû. Bi stranên kurdî govend hate gerandin, dirûşmên “Jin jiyan azadî” “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin.    ‘Em ê AKP-MHP’ê têk bibin’   Di bernameyê de ewil Hevseroka HDP’ê Kadikoyê Nurten Karagoz axivî. Nurtenê gel bi kurdî û tirkî slav kir û wiha got: “Di vê roja biharê de yên ku ev qad tijî kirine, nîşaneya milyonên ku hesrata azadî, aştî û edalatê ne. Yên ku vekirina standakî vedigerînin mitinge  di 14’ê gulanê de dîktatoriya AKP û MHP di sandoqan de têk bibin. Hezor caran slav ji vî îradeya mezin re. Jin, ciwan, kedkar û xizan tên. Ên ku dibêjin em ê bi hevre biguherînin tên.” Piştre Hevserokê HDP yê Kadikoyê levent Akcoşu jî axivî û diyar kir ku ew ê di 14’ê gulanê de bi têkoşîna girtiyan AKP-MHP’ê têk bibin. Levent wiha got: “Em ê bên gel hev û bi ser kevin. Bijî biratiya gelan.”   ‘Em ê komara demokratik ava bikin’   Namzeta Partiya Çep a Kesk Dersim Dag jî wiha axivî: “Îro 100’emîn salvegera komara ku li ser bingeha asîmîlasyon û yekperestiyê hatiye avakirin e. Kurd, ermen, suryan û gelen bindest 100 sal in ji bilî kuştun, asîmîlasyon û komkujiyan tiştek nedîtine. Em jî 20 sal in di bin van polîtîkayên ku AKP berdewam dikin de ne. AKP’ê  li ser ciwanan xizaniyê, li ser jinan qatlîaman û li ser gelan asîmîlasyon û komkujiyan ferz dike. Lê li hemberî vê yeke em qad û kolanan naterikînin. Em li vir in. Îro di Partiya Çep a Kesk de ne.  Em li vir weke ciwan dibêjin ku em ê li hemberî polîtîkayên AKP’ê yên yekperest bihevrebûnê esas bigirin. Em ê perwerdeya zimanê zikmakî bînîn, perwerdeya zanistî pêk bînin. İktidara AKP’ê  din ava 20 salan de herî zede êrîşî destkeftiyên jinan, temsîla wekhev û hevserokatiyê kir. Em weke jin dibêjin ku  di 14’ê gulanê de em ê Peymana Stenbolê bînin. Em ê 15’ê gulanê bikin bihara gelen Tirkiyeyê.  Em ê destkeftiyên jinan biparêzin û mezin bikin. Ciwan, jin bi Partiya Çep a Kesk re ber bi komara demokratik ve dimeşin. Partiya Çep a Kesk dê komara demokratik ava bike. Em ji bo vê soz didin gele xwe.”   Piştre bi stranan govend hate gerandin û dirûşmên “Jin jiyan azadî” “Partiya Çep a Kesk” hatin berzkirin. Piştre jî Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervin Buldan û namzetên Partiya Çep a Kesk bi dirûşmên “Jin jiyan azadî” hatin pêşwazîkirin.   Pervin Buldan piştî hat qadê xitabî gel kir. Pervîn ewil bal kişand li ser 23’yê nîsanê cejna zarokan û got ku ew ê ji AKP’ê ji ber tiştên ku aniye sere zarokan hesap bipirsin. Pervîn got ku we ê welateke ku zarok xeyal dikin diyarî wan bikin.    ‘Em ê vî îktidarê bişînin’   Pervîn got ku ev roj di heman deme dê roja vekirina Meclîsa Tirkiyeyê ye û wiha berdewam kir: “Li Meclisê ‘desthilatdarî ya gel e’ tê nivîsandin. Lê vî îktidarê desthilatdarî ji gel diziye. Îradeya gel xesp kiriye. Pêşeroja gel tarî kiriye. Em soz dikin gele xwe k udi 14’ê gulanê de em ê peşerojeke bi aram diyarî gel bikin. Em li dijî bêhiqûqî, neheqî, xesp û faşîzma wan tên. Em weke Partiya Çep a Kesk tên. Stenboliyên hêja hûn ê vî veguhertinê bînni. Li Setnoblê amedî, botanî, serhedî ne. Li Stenbolê kurd, ermen, suryan, elewî, hene û yên ku pêşeroja wan tê tunekirin jin in. Em ê weke jin nehêlin keda me bê xwarin. Ji bo pêşeroja xwe em ê di hilbijartinê de bi ser kevin. Em weke jin em ê vî îktidarê bişînin.”   ‘Li sandoqan xwedî derkevin’   Pervînê hilbijartinên herêmî ya 31’ê Adara 2019’an bi bîr xist û wiha axivî: “Dema ku em di 31’ê Adarê de bi ser ketin wisa çûn ku li paş xwe venegeriyan. Niha jî em wisa bir serkevin ku bila biçin û bi pey xwe venegerin. Em ji bo vê ji we bawer in. Em bi we bawer in. Em  bawer in hûn ê li sandoqan xwedî derkevin û vî îktidarê bişînin.”    Hedef 100 parlamenter   Pervîn anî ziman ku  hemû kes dibine AKP nikare welat bi rê  ve bibe wiha berdemam kir: “Ji bo ku necin li ber xwe didin. Em jî ji bo wan bişînin, ji bo bi ser kevin li ber xwe didin. Hedefa me weke Partiya Çep a Kesk çûyîna meclîsê ye. Em ji bo ku rengê Pertiya Çep a Kesk li dere bixemilînin û alên xwe daliqînin.  Em ê sibê li Colemêrgê bin û mitînga xwe li dar bixin. Em ê ji bo Colemêrgê 3 parlamenteran derxînin biçin.  Lê gele meye hêja Stenbol jibo me gelekî girîng e.  Divê em dengen xwe bikin du an jî sê qat.  Wisa bikin û bi awaxeke xurt biçin meclisê, rengê Partiya Çep a Kesk li wir nişan bidin. Hedefa me ji 100’î zêdetin parlamenter e. Em dikarin vî pêk bînin.  Heke wisa be li parmanetoyê dê tu qanûnûn beye destura me nikare derkeve.”   Dengek ji bo paşvexistina faşîzmê yek jî ji bo Partiya Çep a Kesk   Pervîn diyar kir ku li welat pêwistî biaştiya civakî heye û wiha got: “Atmosfereke wisa avakirin ku hemû kes kirin dijminê hevdû. Lê li vî welatî hemû kes xwîşk û birayê hev in. Tirk, kurd, elewî, sunî, laz, pomak, ermen, suryan hemû xwîşk û birayên hev in. Lê wan ji bo desthilatdariya xwe neterikînin cudabûn xistin nav gel û mirov ji hev nefret dikin. Lê divê hilbijartin demokratik be. Divê kes guh nede atmosfera ku îktidarê ava kiriye.  Ji bo demokrasiye çi pêwist be em ê wî bikin. Em ê du denfan bikar bînin. Yek ji bo paşvexistina faşîzmê ya din jî ji Partiya Çep a Kesk.”