Oznur Bartin: Em ê bi govend û tilîliyan serkeftinê pîroz bikin 2023-04-23 09:07:36     Rabia Onver   COLEMÊRG - Namzeta Partiya Çep a Kesk a Colemêrgê Oznur Bartin wiha got: “Em baş dizanin ku em ê bi ser Bİkevin. Ji ber em dengê gelê bindest, jinan, karkeran û kedkaran e. Ji ber em dengê hemûyan e em ê bi hev re qezenç bikin.   Ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re demek kurt ma. Partiya Çep a Kesk xebatên xwe bê navber dimeşîne. Namzetên jin ên Partiya Çep a Kesk jî xebatên xwe bê navber dimeşînin.   Namzeta Partiya Çep a Kesk a Colemêrgê Oznur Bartin der barê hilbijartina 14’ê Gulanê de pêk tê ji JINNEWS’ê re axivî.   Oznurê diyar kir ku li Geverê ya Colemêrgê hatiye dinê û heta dibistana amadehiyê li Geverê xwendiye. Oznurê wiha dirêjî dayê: “ Min ewil bi xebatên ciwanan dest pê kir. Piştre salek û nîvê di şaredariyê de xebitîm. Ji kar hatim avêtin û vê carê min Hevserokatiya Rêya Armûşê ya Wanê kir. Piştre min hevserokatiya navendê kir.”   Em dengê karker, jin û ciwanan e   Oznurê destnîşan kir ku ji bo partiya wan hîn bêtir xurt bibe divê di hilbijartinên 14’ê Gulanê de serkeftinek mezin bi dest bixin û wiha bi lêv kir: “Li dijî bloka faşîst bertekek mezin mijara gotinê ye. Partiya Çep a Kesk ji aliyê gel ve hatiye qebûlkirin. Em ji gelekî polîtîk tên.  Em xebatên xwe dimeşînin. Em dizanin ku em ê bi ser bikevin. Ji ber em bindest in. Em dengê ciwanan, jinan û karkeran e. Em dengê hemûyan e. Ji ber vê em ê têkoşînê bi hev re qezenç bikin.”   ‘Em amade ne her fedakariyê bikin’   Oznurê balkişand ser xebatên li bajarê xwe dimeşînin û di vê mijarê de jî ev tişt anî ziman: “Piştî qeyûman tu xebat ji gel re nehat kirin. Li dijî vê pergala ceberu divê ewil em îradeya xwe xurt bikin û li her derê li meclîsê, herêman rêxistinbûna xwe xurt bikin. Em ê bi gelê xwe re kêmasiyên me çi bin ji bo ew ji holê rabe bixebitin. Em têkoşîna nasnameyê didin. Em têkoşîna ziman û çandê didin. Em têkoşîna rûmetê didin. Di alî xizmetê de jî em ê li gorî daxwazên gel hemûyan pêk bînin. Em jin têkoşînê li her qadê dimeşînin. Em ê bidomînin. Li her qadê divê jin qada têkoşînê biafirîne. Şerekî qirêj tê meşandin û bêguman divê ewil li dijî vî şerî hişmendiya jinê derkeve holê. Em ê li her derê bibin deng, ziman, nasname û têkoşîna jinê. Em amade ne ku her cureyê têkoşînê û fedakariyê  bikin.”   ‘Em ê bi ser bikevin’   Oznurê der barê hedefên xwe de jî ev tişt diyar kir: “Rastiyeke Kurdistanê ya li çar parçeyan veqetyaye heye. Bi yekîtiya neteweyî em bi reng, ziman û çanda xwe bi hemû jinan re bên gelhev û kevneşopiya şoreşa jinê ya rojava tacîdar bikin û destkeftiyan yek bi yek bi dest bixin. Ji hilbijartinan re demek kurt ma. Bêguman xebatên bi heybetek mezin didomin. Yekane banga me ev e ji bo gelê me. Em xwedî li îradeya xwe derkevin. Bi awayekî xurt serkeftina xwe di 15’ê Gulanê de pîroz bikin. Em baş dizanin ku em ê serkeftina xwe bi govend û tilîliyan pîroz bikin. Ez silav û rêzên xwe ji hemû gelên Colemêrgê re bi rê dikim.”