Ji bo buroya jinan eleqe mezin e: Em ê ji desthilatdariyê re bêjin oxir be 2023-04-23 09:06:47   STENBOL - Jinên di buroya hilbijartinê ya jinan a Sultanbeylî ya Stenbolê dixebitin diyar kirin ku eleqe gelek mezin e û wek jinên li dora Partiya Çep a Kesk xwe rêxistin dikin wê bersivê bidin desthilatdariyê û bêjin oxir be.   Ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re sê hefte ma û xebat bê navber dimeşin. Partiya Çep a Kesk li Kurdistsanê 40 buroyên hilbijartinê yên jinan vekir xebatên xwe bê navber dimeşîne.   Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Bînguzel Ulu  û Nazîfe Akdemîr ên di buroya hilbijartinê ya Sultanbeylî ya Stenbolê de xebatan dimeşînin ji ajansa me re axivîn.   ‘Eleqe encama hilbijartinê nîşan dide’   Bînguzel da zanîn ku li Sultanbeylî vekirina buroya hilbijartinê girîng e û got: “Eleqe û coşa li hember buroyê didome. Ji bo em Partiya Çep a Kesk bi jinan bidin nasîn û xebatên jinan xurt bikin me buro vekir. Jinên tên buroyên Partiya Çep a Kesk dipirsin û dibêjin îdeolojiya wê çiye çi îfade dike? Em hewl didin bibin bersiva wan.  Dixwazin Partiya Çep a Kesk nas bikin. Wê bi destê me partiya Çep a Kesk bi ser bikeve. Her diçe jin li dora Partiya Çep a Kesk zêdetir dibin.”   ‘Em ê yek malekê nehêlin’   Bînguzel da zanîn ew ê yek malekê nehêlin ku lê negerin û wiha pê de çû: “Em li Sultanbeylî bi TJA, HDP, Partiya Çep a Kesk û welatiyan re xebatê dimeşînin. Em diçin serdana malan. Em ê yek malekê nehêlin. Em ê xwe bigihînin hemûyan. Em dizanin ku tecrîd, şer, dîktatorî û pergal wê bi destê jinan biçe. Em vê dizanin û em ê vê bêjin. 7 jin di vê buroyê de xebatan dimeşînin. Gelek jin jî li taxê xebatan dimeşînin.  Di encama vê xebatê de em ê bersivek xurt bikin. Em ê 100 parlamenterî bişînin meclîsê. Ez bang li hemû jinan dikim. Bila teqez di xebatan de cih bigirin.”   ‘Em ê 14’ê Gulanê de bi ser kevin’   Nazîfe Akdemîr jî diyar kir ku di 1994’an de ji gundê Qranîs ê Tetwanê ji ber zextên dewletê koçî Stenbolê kirine û got 32 sal in di vê têkoşînê de ye û got: “Min di DEP, DEHAP, HADEP, HDP û Partiya Çep a Kesk de xebat meşand. Niha di Partiya Çep a Kesk de didomînim. Partiya Çep a Kesk nû derket pêş lê xwedî fikriyata bi salan e. Gel vê dizane. Divê jin rabin ser piyan û bi hev re têbikoşin. Em ê bi têkoşînê di 14’ê Gulanê de serkeftinekê bi dest bixin. Vê fikriyatê jin azad kirin.”   Nazîfeyê wiha dawî lê anî: “Tecrîda ku bandorek mezin li ser jinan dike divê bi dawî bibe. Ev armanca me ya herî esas e. Ji bo tecrîd bi dawî bibe divê hevdîtinên bi Ocalan re dest pê bikin. Li Tirkiyeyê hiqûq nemaye. Divê hevdîtinên bi Îmraliyê re demildest pêk bên. Hevdîtin gelek girîng in. Em jin dest bidin hev û vê tecrîdê bişînin.”