Namzeta Mêrdînê Leyla Kaya: Pêwîstî bi guherînê heye 2023-04-23 09:04:33     Rojda Aydin   MÊRDÎN - Namzeta Partiya Çep a Kesk a Mêrdînê Leyla Kaya, anî ziman ku ji bo azadiya jinê, civakê û gelan pêwîstî bi guhertinê heye û bang li gel kir ku xwedî li vîn û dengê xwe derkevin.   Partiya Çep a Kesk, piştî ku namzetên xwe yên parlementeriyê dan naskirin, maratona xebatê ya hilbijartinê da destpêkirin. Partiya Çep a Kesk, ji Egeyê heya Amedê, ji Marmarayê heta Botanê, ji Behra Spî heya Serhedê mal bi mal digerin û bi hilbijerên xwe re dicivin. Partiya Çep a Kesk, li Kurdistanê bi pêkhateyên Tifaqa Demokrasî û Azadiyê ya Kurdî û li rojavayê Tirkiyeyê jî bi pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê xebatên xwe dimeşîne.   Li Mêrdinê bi coşa Newrozê xebatên hilbijartinê tên kirin. Ev coş û kelecan di vekirina buro û xebatên taxan ên navçeyan de xwe dide der. Piştî ku namzetên partiyê berê xwe dan herêmên xwe kelecan bêtir geş bû. Namzeta Partiya Çep a Kesk a Mêrdînê Leyla Kaya ya ku di rêza 5’emîn de ye, têkildarî hilbijartin û parastina sindoqan de ji ajansa me re axivî.   Leyla Kaya kî ye?   Leyla Kaya ya 30 salî ku ji eslê xwe ji gundê Embarê ya navçeya Artuklu ye, li Mêrdînê dest bi jiyana xwe ya perwerdehiyê kiriye.  Di 2014’an de Faqûlteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê xwendiye û 2018’an de zanîngehê diqedîne û vedigere Mêrdînê. Leyla li Mêrdînê parêzeriyê dike û gelemperî li ser dozên civakî û sûcên li dijî jinê xebitiye. Her wiha wek endameke Komeleya Jinan a Rosayê li Mêrdînê jî xebat dide meşandin. Leyla di Komîsyona Hiqûqê ya Komeleya Jinan a Rosayê de cih digire û sûcên li dijî jinê nêz ve dişopîne. Piştî ku li Mêrdînê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) di mijdara 2022’yan de hat vekirin û Leyla wek hevseroka komeleyê jî hat hilbijartin.   ‘Çima Partiya Çep a Kesk?'   Leyla, bi lêv kir ku Partiya Çep a Kesk ji bo jin, zarok, civak, xweza û çandê rêya 3’yemîn e û wiha axivî: “Em wek jin di nav Partiya Çep a Kesk de dikarin xwe bidin xuyakirin û gotinên xwe bibêjin. Ji xwe mirov armanca nêzîkatiya partiyê ya li hemberî jin, zarok, xweza, civak, ol û çandê dibîne. Ji ber vê yekê ez ji Partiya Çep a Kesk de bûn namzet.”   ‘Armanca me avakirina Wezareta Jinê ye’   Leyla, destnîşan kir ku Partiya Çep a Kesk di danasîna xwe de anî ziman ku li hember tecrît, îmha û înkarê, komkujiya jinê û ji bo hemû pirsgirêkên civakê çareser bikin hatiye avakirin û wiha pê de çû: “Taybetî di aliyê darizandin û dadgehan de mirov dinêre ku Tirkiye di çi astê de ye. Ji ber vê yekê jî divê mirov ji vir destpê bike. Dema ku îktîdar xwe ji Peymana Stenbolê paşve vekişand, xwest jinê tune bike. Ev peyman di encama têkoşîn û berxwedana jinê de hat bidestxistin. Partiya Çep a Kesk li dijî qetilkirin, tundî û sûcên ku li hember jinê hat avakirin. Bi avakirina vê partiyê em dixwazin polîtîkayên bêcezahiştinê ji holê rakin. Jin ji aliyê mêr ve bi tundiya derûnî, fîzîkî û aborî re rû bi rû dimîne lê belê saziyên dewletê di vê aliyê de tu tiştî nakin. Jina ku bi tundiyê re rû bi rû maye dadgeh jî bi zimanê mêr nêz dibe û jinê sûcdar dike. Bi vê rengê darizandinê dike. Ji ber vê yekê jî polîtîkaya partiya me ew e ku ev polîtîkayên bê cezakirinê ji holê rakin û jinê biparêzin. Her wiha armanca me ya sereke yek jî avakirina Wezareta Jinê ye. Lewra partiya me girîngiyek mezin dide jinê. Em ê ji bo jinan polîtîkayên taybet biafirînin. Em ê ji bo jinan pêşengiyê bikin. Em ê ji bo çareseriya pirsgirêka jinê gavên şênber bavêjin.”   ‘Civak pêvajoyê ji nêz ve dişopîne’   Leyla, da zanîn ku dema mirov gel guhdar dike û dibîne ku gel hemû tiştî ferq dike û dizane û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ji bo çareserkirina pirsgirêkan gel Partiya Çep a Kesk ji xwe re wek çareseriyê dibîne. Dema em li tax û gundan xebatan didin meşandin em dibînin ku civak pêvajoyê ji nêz ve dişopîne. Dema ku em lê dinêrin pergala niha li ser redkirin, tecrît, nijadperestî û zayendperestiyê xwe ava dike. Gel van hemû tiştan baş dibîne. Lewra jî ji bo azadiya jinê, parastina xwezayê, azadiya gel û civakê pêwîste em di hilbijartinê de bi ser kevin. Ji bo guhertinê divê ev îktîdar biçe. Ji bo guhertin, jiyanek azad û welatek azad em li vir in. Em ê bi hev re biguherînin."   'Parêzerên dildar dê li qadan bin'   Leyla têkildarî ewlehî û parastina sindoqan de jî nêrînê xwe anî ziman û diyar kir ku tişta herî girîn jî parastina sindoqan e û got: "Di her hilbijartinê de gelek lîstokên qirêj tên kirin. Dibe ku di vê hilbijartinê de jî heman lîstok bên meşandin. Ji ber vê yekê jî me komîsyonên xwe yên hilbijartinê ava kir û me parêzerên dildar kom kir. Roja hilbijartinê hem welatiyên berpirsyar û hem jî parêzerên berpirsyar dê qadê ji bo parastin û ewlehiya sindoqan bi awayek aktîf cih bigirin. Der barê vê yekê de jî xebatên me diqedin. Têkildarî ewlehî û parastina sindoqan dê perwerde jî bê dayîn.”   'Bila xwedî li dengê xwe derkevin'   Leyla, bi lêv kir ku ev hilbijartin dê qedera gelan diyar bike û wiha bi lêv kir: “Ev hilbijartin qedera jin, zarok, ciwan û hemû gelan dê diyar bike. Ev hilbijartin dê bibe tunebûna pergala zayendperest û nîjadperestiyê. Ji ber vê yekê jî divê di serî de hemû hilbijêr û gelê me xwedî dengê xwe derbikeve û biçin dengê xwe bikar bînin."   'Em ê bi ser kevin'   Namzeta Partiya Çep a Kesk a Mêrdînê Leyla Kaya diyar kir ku dê di hilbijartinê de bi ser kevin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Gelek kes ji bo parastin û ewlehiya sindoqan serlêdanê dikin û ev jî nîşan dide ku ev hilbijartin ji bo gelê me çima girîng e. Ji be vê yekê jî ev serlêdan nîşan dide ku dê gel xwedî li sindoqên xwe derkevin. Ez bang li gel dikim ku ev hilbijartin hilbijartina hebûn û tunebû ye. Em pergala zayendperest, nîjadperest û yek zilamtiyê di mehkum bikin û hilbijartinê de em ê bi ser kevin.”